04:56 24 Mijdar 2017
Zindî
    Gola Arçek ya li ser riya Qelqeliyê qeşa girt

    Gola Arçakê ya Wanê ji ber sermayê qeşa girt

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 5362

    Serma û seqema li gund û bajarokên Qelqeliyê, bû sebeba qeşagirtina Gola Arçakê ya girêdayî Wanê ku dirêjahiya wê 99 kmçargoşe ye.

    Li gorî niştecihên derdorê Gola Arçakê ku girêdayî Wanê ye piştî 30 salan qeşa girt. Kelekên masîvanên li ser vê golê, ji ber qeşayê demeke dirêj li vir asê man.

    Davut Ozalp yek ji niştecihên Qelqeliyê agahî dan Sputnik Kurdistanê û diyar kir wî bixwe jî heya niha seqemek bi vî rengî vê deverê neditî ye.

    Gola Arçek ya li ser riya Qelqeliyê qeşa girt
    © Sputnik/
    Gola Arçek ya li ser riya Qelqeliyê qeşa girt

    Serma û Seqema ku ji ser Sîbiryayê hatiye bajarên Kurdan, her çend mînaka wê di 30 salên dawî de nehatibe dîtin jî, lê xelkê Qelqeliya Wanê fêrî vê rewşa serma hewayê bûne.

    Davut Ozalp niştecihê Qelqeliyê got:"Ez îşev li gundek çiyayê mam, rêya wê rampa û zinar û qeşa bû, lê hîç bala gundiyan nedikişand, çimkî bo wan gelek rewşek ji rêzê bû. Ji bo min jî ne pir zor bû lê min newêrî ez erebe bajom. Ji ber vê jî bi minîbûsê çûm hatim.

    Davut Ozalp li ber serma Qelqeliyê
    © Sputnik/
    Davut Ozalp li ber serma Qelqeliyê

    GOL BERIYA NIHA BI 30 SALAN QEŞA GIRTI YE

    Niştecihên vê deverê dan zanîn vê rewşa sar û qeşayên li derdora gund û bajarokên Qelqeliyê ku serdest e, di van rojên dawî de rê û rêbazên jiyana xwezayî xitimandiye. Ev qeşagirtina gol û bendavên li Qelqeliyê beriya niha bi 30 salan mînaka wê hatiye dîtin.
    Li Qelqeliyê tevli serma giran, gelek bendav, golet û cihok qeşem girtin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên Kurdan berf bariya
    Etîketan:
    Davut Ozalp, Arçak, Qelqelî, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de