06:24 23 Mijdar 2017
Zindî
    Pola Maiy Thai ya Jinan

    'Şev û roj ê me ne em bi Maiy Thaî serbest in'

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 13062

    Komek jinên ku dixwazin şev û roj li kuçeyan bi awayekî azad bigerin û naxwazin mineta zilaman hilînin, bi rêyeke nejirêzê formûla xweparastinê dîtine. Ew bi fêrbûna spora lêdanê ya Maiy Thaî, şev û roj kuçe ji xwe re serbest kirine.

    Li Stenbolê 11 jinên ku zêdetirên wan ji bo parastina heqên jinan dixebitin, li ser Facebookê li hev kom bûne û atolyeyek a spora xweparastinê ava kirine. Jinên bi Maiy Thaî perwerde dibin, li aliyekê dixwazin şev û roj bikaribin derkevin kuçeyan, lê li aliyê dî dixwazin xwe ji şideta zilaman jî biparêz in.

    HEM DIXWAZIN LI KUÇEYAN AZAD BIGERIN, HEM XWE BIPARÊZ IN

    Wan bi vê atolyeya taybet rêbaza xweparastinê jî dîtine, ku li vir xwe fêrî lêdan û xweparastinê dikin. Hem tenduristiya bedenê xwe diparêz in, hem jî di warê tenduristiya rihî de xwe perwerde dikin. Taybetmendiya vê atolyeyê ev e ku ew herkesî hilnagirin ba xwe. Jinên ku dixwazin beşdarî vê atolyeyê bibin divê di serî de xwedî referans bin, nasên wê di vir de hebin ku armanca wê jî xweparastin be.

    Gulbahar Gunduz wek pîşe pisporek a tenduristiyê ye ku yek ji van jinan e. Gunduzê derheqê vê sporê de, armanc û hedefên xwe de agahî dan Sputnik Kurdistanê.

    'KUÇE JÎ NAV, MALÊ JÎ JI BO ME NE CIHÊN EWLE NE'

    Gunduz dibêje: "Jinek ku bi tenê be ew îhtîmal heye ku li herderê rastî êrîşeke pêkan bê. Heya niha me digot Taksîma Stenbolê cihekî ne ewle ye. Lê ez bixwe li taxa demokratan, li taxa Gaziyê rastî êrîşa zilamekî hatim. Wê gavê pir bê hêz û xewet bûm. Min nekarî xwe biparêz im. Em jin baş dizanin ku îro xetere li her derê ye. Bi taybetî di warê xweparistinê de, baweriya me jinan êdî bi tu kesî nema ye. Jiyanên bajaran me neçarî fêrbûna xweparastinê dike."

    Gunduz dibêj e:"Em jinên serbest in, em şevan jî rojan jî ji bo xwe dixwazin. Ez dixwazim bi awayekî serbest şev û roj bikaribim li kuçeyan bigerim. Lê li gorî şertên Stenbolê em ne di kuçeyan de, ne jî di malên xwe de ne ewle ne. Bihesibînin dewlet jî, zilamên me jî û cîranên me jî êdî nikarin me ji şidetên pêkan biparêzin. Li bajarê ku em lê dijîn, dema ku jinek li kuçeyê rastî êrîşekê tê, tu kes lê nanêre. Ji ber ku her kes ji xwe ditirse. Xweparastin ji bo me wek pêdiviyekê ye."

    Gunduz ku ev derdora salekê ye diçe vê sporê, niha bi awayekî serbest dikare şev jî roj jî di kuçeyan de bigere.

    ‘HEVALEKÎ MIN YÊ ZILAM EV SPOR JI MIN RE PÊŞNIYAR KIR'

    Gulfem Karataş jî rojnamevanek e û yek ji wan jinên diçe Muiy Thaiyê ye. Karataş dibêj e:"Em çend jinên ku ku di sektorên cida de dixebitin. Êrîşên zilaman li kuçeyên ne ewle ji bo me hemûyan pêkan e.Min 6 salan li Stenbolê rojnamevanî kiriye. Rojekê li Kolana Baxdatê ku kolaneke navendî ye li Stenbolê ye, bûyerek yê tecawizê çêbibû. Ew bûyere karîgeriyek mezin li ser min çêkiribû. Ez jî derengiya şevê ji kar derdiket im. Ez carcaran ditirsiyam. Hevalekî min ê zilam ji min re ev spor pêşniyar kir ez jî hatim. niha xwebaweriya min xurttir bûye."

    Gulfem Karataş diyar dike ku di dema nû çûbû vê sporê wê tu kesî nas nedikir, lê armanca wan a hevkar bala wê kişandiye. Karataş dibêje: "Divê em fêrî xweparastinê bibin. Ji ber ku derdor pir xerabe ye. Endîşe û metirsiyên hemû jinan, bi min re jî hene. Ji ber vê ye xwaparastin divê mijara jinê ya serek be."

    'TORBEYA QÛMÊ WEK ZILAMÊ ÊRÎŞKAR E'

    Karataş dibêje:"Dema ku min nû dest bi vê sporê kir, mamosteyê min digot ‘Torbeya qûmê ya li hemberî te di şûna zilamekî êrîşkar de ye û lêxe'. Berê ez hinekî tirsiyam. Ji xwe qet qeweta min jî tunebû. Lê di nava demê de milên min bihêztir bûn. Niha xwebaweriya min hatiye. Refleksê min ji bo xweparastinê çêbûye."

    Maiy Thaî sporek xweparastinê ye û welatê wê Tayland e. Taylandî bi hezaran salan, bi riya vê sporê hem bedenê xwe parastin e, hem jî rihê xwe. Piştî salên 1990an li Tirkiyeyê jî bi awayekî fermî destûra vê sporê hatiye dayîn. Maiy Thai di heman demê de ji bo tenduristiya rihî jî sporek bijarte ye. 11 jinên ku di vê atolyeyê de dixebitin, hêvî dikin jin li kuçeyan jî li malên xwe jî bixwe bawer bin û li hemberî şidetê rêbazên xweparastinê fêr bibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Gelo çiyê zilaman bala jinan dikişîne?
    Jinan li Qada Galatasarayê bertek nişanî Erdogan dan
    Roja jinan bi şahiyên cur bi cur hate pîrozkirin
    Barzanî, roja jinan pîroz kir
    Li Hewlêr bernameya tundîtiya li dijî jinan dest pê kir
    Li Amedê jinan dengê xwe bilind kirin!
    Li Şengalê gora komelî: Cenazeyê 80 jinan tê de ne
    Etîketan:
    Maiy Thai, Gulfem Karataş, Gulbahar Gunduz, Taxa Gazi, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de