14:15 24 Mijdar 2017
Zindî
    Bîranîna Komkujiya Enqereyê

    Di danişîna Qetlîama Enqereyê de şikbarek hat girtin

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 602

    Di danişîna doza qetlîama Enqereyê de Esîn Altintug, jina bersûcê binavê Halîl Îbrahîm Durgunî, bi sedema ku di îfadeyên wê de nakokî hebûn hat girtin.

    Bersûc Esîn Altintug, jina bersûcê serek yê dozê Halîl Îbrahîm Durgun e ew  bêyî ku bê girtin di dozê de navê wê derbas dibû û sibe de ji aliyê dozgir û parêzeran ve di dadgehê ve tê lêpirsînkirin.

    Altintug berê di kontrolên hêzên ewlehiyê de flash dîskek pêre hatiye desteserkirin ku fotoyên milîtanên Daîşê têde hebûne. Her wiha ji serê bîstekê jî bi telefona xwe axifiye. Ew di dema Îfadeyedayîna xwe de tengijî û hew karî bersiva pirsên dozgir û parêzeran bide.

    Li ser peyva wê ya:"Hun pir bi ser min de tên, nikarim hemû pirsan bibersivînim." ji aliyê dozgir ve bi tawana "Şibheya sûcê pê re heye" û "Îhtîmala reva wê ya derveyî welat heye." qerara girtinê derheqê wê de hat dayîn.

    Qetlîama Enqereyê ku 10ê Cotmehê ya sala 2016a de li ber xara trênê di encama êrîşeke xwekujî de pêk hatibû û 101 kesên mixalifên hikûmetê jiyana xwe ji dest dabûn îro danişîna vê dozê rûniştina 2ê pêk tê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Doza 101 qurbaniyên êrîşa Enqereyê dest pê kir
    Li Enqereyê li dijî polîsan êrîşa çekdarî hat pêk anîn
    Di doza êrîşa Gara Enqereyê de bersûc Yakup Yildirim hat girtin
    Bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê: Kesên ku ji Wezaretê hatin, rê li ber min xistin
    Li Enqereyê êrîşa bombe ya bideng: 20 desteserkirî
    DAIŞiyê ku li Dîlokê xwe teqand, bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê derket
    Li hemberî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê êrîşa bi kêrê pêk hat
    Etîketan:
    Halîl Îbrahim Durgun, Esin Altintug
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de