05:27 21 Mijdar 2017
Zindî
    Qetliama Enqereyê

    Doza 101 qurbaniyên êrîşa Enqereyê dest pê kir

    © REUTERS/ Volkan Furuncu
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Qetlîama Enqereyê ku 10ê Cotmehê ya sala 2016a de li ber xara trênê di encama êrîşeke xwekujî de pêk hatibû û 101 kesên mixalifên hikûmetê jiyana xwe ji dest dabûn îro danişîna vê dozê rûniştina 2ê pêk tê.

    Danişîn li Dadgeha Cezaya Giran a 4 a li Enqereyê ye û ji vê sibehê û pê de gelek malbatên qurbaniyên êrîşê ji bo ku beşdarî danişînê bibin hatin ber deriyê dadgehê.
    Her wiha nûnerên gelek dezgeh û saziyên sivîl yên Tirk û biyanî jî ji bo dozê bişopînin li Enqere li ber deriyê dadgehê ne.

    'WELATÊ ME WELATÊ QETLÎAMAN E'

    Parlementerên HDPê Muslum Dogan û Burcu Çelîk Ozkan, Serokê Giştî yê Konfederasyona Karmendên Cemawerî KESKê Lamî Ozgen, nûnerên sendîkayên girêdayî KESK û Yekîtiya Mîmar û Endezyaran (TMMOB) sendîkayên girêdayî Konfederasyona Kedkarên Şoreşger DÎSK jî li ber deriyê dadgehê hazir in. Ji dezgehên sivîl yên cîhanê jî gelek nûner ji bo pişgiriya malbatan bikin, beşdarî vê danişînê dibin.

    Parêzer İlke Işık ku li ber deriyê dadgehê daxuyaniyek xwend got: Em baş dizanin ku ev êrîş ne êrîşeke dû sê kesan e. divê kesên li piştperdeya vê qetlîamê bên dîtin û darizandin.

    Seroka Komeleya 10ê Cotmehê Parêzer Mehtap Coşkun jî got:" Welatê me welatek ya qetlîaman e, li vî welatî ku meriv li edeletê bigere divê hemî jiyana xwe terxan bike. Dê di vê dozê de wicdan bipeyivin. Em pê bawer in.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê li dijî polîsan êrîşa çekdarî hat pêk anîn
    Di doza êrîşa Gara Enqereyê de bersûc Yakup Yildirim hat girtin
    Bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê: Kesên ku ji Wezaretê hatin, rê li ber min xistin
    Li Enqereyê êrîşa bombe ya bideng: 20 desteserkirî
    DAIŞiyê ku li Dîlokê xwe teqand, bersûcê êrîşa Gar a Enqereyê derket
    Li hemberî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê êrîşa bi kêrê pêk hat
    Doza êrîşa mitînga HDPê wê li Enqereyê lidar bikeve
    Endamê DAIŞê yê êrîşkarê êrîşa li Enqereyê ye hat girtin
    Etîketan:
    Komeleya 10 Cotmehê, DÎSK, KESK, HDP, Mehtap Coşkun, Lami Ozgen, Burcu Çelik Ozkan, Muslum Dogan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de