22:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Êrişa Reîna ya Stenbolê

    14 kesên ji bo êrîşa Reînayê sewqî mehkemeyê bûn

    © REUTERS/ Huseyin Aldemir
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1950

    Di çarçoveya operasyonên derheqê êrîşa ser Reînayêde 14 kesên hatin binçavkirin bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê bûn.

    14 kesên ku li ser beyanên terorîstê Daîşî Abdulkadir Masharipovî hatibûn binçavkirin piştî lêpirsîna wan ya di bin çavan de bidawî bû bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

    Li gorî nûçeya Huriyetê İlyas Mamaşaripov ku navê wî yê qod "Hoca Aka" ye û alîgirê emîrê Daîşê ye û navê Mamaşaripov di îdîanameyê de bi awayekî berfireh cih digire.

    Beriya êrîşa Reina yê bi 20 rojan êrîşkar Abdulkadîr Masharîpov û "Hoce Aka" bihev re di malekê de mane. Her wiha hat ragihandin dengên wan yên qeydkirî jî hatine bidestxistin. Li gorî îfadeyên hatine dayîn şûna xwîna êrîşkarê Raînayê hatiye dîtin û polîsan li pey şopa vê xwînê 14 kesên şikbar girtine binçavan. Serdozger derheqê Mamaşaripov de bi tawana "39 caran mirov kuştin e" doza girtinê li wan vekir.

    Wek tê zanîn di encama êrîşa ser Raînayê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
    Etîketan:
    Raina, îlyas Mamaşaripov, Abdulkadir Masharipovi, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de