14:30 22 Îlon 2017
Zindî
    DBP - HDP - KJA - HDK - KCD

    Partî û saziyên kurd ji bo referandûmê deklerasyonek weşand

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 12662

    KCD, HDP, DBP, HDK û TJA li Amedê têkildarî referandûma ji bo Destûra Bingehîn bi dezgehên çapemeniyê re civînek çêkir û deklerasyonek hevkar ragihand. Partiyan got:"Li hemberî şer û pevçûnan dê gelê me bi rihê Newrozê biçe ber sindoqan."

    Koma Civakên Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê têkildarî referandûma li Tirkiyeyê civênek çapemeniyê pêk anî û bi vê riyê deklerasyonek hevkar ragihand. Civîn li avahiya DBPê ya bajêr hat lidarxistin û parlamanter, hevşaredar, rêvebir jî di nav de gelek hez tevlî vê civînê bûn.

    Hevserokê Giştî yê DBPê Kamûran Yuksek deklerasyonê xwend û diyar kir ku Tirkiye ji pêvajoyek krîtîk derbas dibe û mijara referandûmê ji bo pêşeroja gelan girîng e. Yûksek anî ziman ku sedema pirsgirêka kurd pirsgirêka elewîyan, jinan û ya demokrasiyê ye ji damezrandina Tirkiyê heta niha politîkayên şaş û destûrên bingêhîn yê ku di demên darbeya û rewşên awarte hatine pêkanîn in.

    ‘HÊJ PIRSGIRÊKA KURD TÊ ÎNKARKIRIN'

    Yuksek destnîşan kir ku hêj pirsgirêka kurd tê inkarkirin û wiha berdewam kir:"Di pêvajoyek awarte de ku hevserokên me, parlamanterên me, rojnameger, kedkar, rewşenbîr, nunerên saziyên sivîl û her wiha gelek kes girtî ye, tê xwestin ku destûrek bingehîn bê amadekirin. Bila bê zanîn ku ji bo nasnameyê gele kurd û nasnameya gelan tev de li dijî helwestên qirkirinê, emê tekoşîna xwe ya demokrasiye maf û azadîya gelan bilind bikin û berdewam bikin."

    ‘PIRSGIRÊK DÊ BI SIYASETA DEMOKRATIK BÊ ÇARESERKIRIN'

    Yuksek wiha berdewam kir:"Gelê me di dirokê de her dem rastî polîtikayên înkar, bişaftin, talan, wêran û komkujiyan hatin. Gelê me di salên 90'î de bi pêvajoya HEP, DEP'ê dest pê kir û ev pêvajoya demokrasiyê pêş xist û heta îro anî. Em jî vê pêvajoyê dewir digirin û li gorî mîrateya dîrokî em dê têkoşîna seyaseta demokratîk pêş bixin. Ji salên 90an li dijî êrîşên hikûmetan ên li gorî şer tev digerin, girtinan, girtinên partiyan, koçberkirinan çawa li ser piyan man û di siyaseta demokratîk de israr hat kirin, têkoşîn hat berdewam kir, îro jî emê bi berxwedanê li ser piyan bimînin û têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bidomînin. Ji ber ku em bawer dikin ku pirsgirêk dê bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin. Em dizanin ku bendewariyên gelê me jî wisa ye."

    ‘NIKARIN TEKOŞÎNA GEL BIQEDÎNIN'

    Yuksek got "Emê jî di çarçoveya bendewariyên gelê xwe de, planên têk birinê, polîtîkayên tasfiyekirina bi ser siyaseta me, emê bi berxwedanê pêç bikin, emê bi hev re bin, emê bi polîtîkayên rast pêşiya polîtîka wan ya tasfiyekirinê bigirin. Her wiha ji bo maf, azadî, aştî, demokrasiyê destkeftiyên mezin bi dest bixin û teqez pêşerojê ava bikin. Em dizanin ku tu gumana gelê me, ji vê yekê tune ye. Ji ber ku çavkaniya têkoşîna me bixwe gelê me ye. Têkoşîna ku çavkaniya wî gel e, tu caran têk naçe. Tu gumana me jî, ji vê yekê tune ye. Vê rastiyê hêzên ku dixwazin îro partiyên me yên siyasî, saziyên me yên demokratîk tasfiye bikin ji holê rakin jî baş dizanin. Baş dizanin ku bi vî rengî nikarin têkoşîna gel biqedînin. Ji ber ku dîrok bi mînakên vê yekê tijî ye. Dozekî mafdar tu caran têk naçe û dê dawiya dawî bi ser kev e. Em wekî sazî û dezgehên siyasî têkoşîna xwe ya demokrasiyê xurtir bikin û ji bo ku helwesta xwe ya di dema referandûmê deklere bikin hatine cem hev."

    ‘ÇARESERÎ QANUNA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK E'

    Yuksek da zanîn, destpêka çareseriya pirsgirêkên civakî yên ku 90 sal in kom bûne Zagona Bingehîn a Demokratîk e û wiha berdewam kir:"Zagona Bingehîn a ku sîstemekî bawerî, mafên jin û beşên civakê esas digire dikare pirsgirêkên me yên civakî çareser bike, aştiya me ya civakî pêk bîne û bibe qanûna bingehîn a ku civakê xurt dike. Lê di rewşa heyî de guhertina qanûna bingehîn a ku bi hevkariya AKP û MHP'ê bi gelek bêusuliyan ji Maclîsê hat derbaskirin pirsgirêka kurd jî di nav de tu pirsgirêkên civakî û siyasî û rêveberiyê çareser nake, ev qapasîteya wî jî tune ye."

    ‘EV DESTÛRA BINGEHÎN ZAGONA AKP Û MHP YE'

    Yuksek destnîşan kir ku ev destûra bingehîn beriya her tiştî destûrek aîdî AKP û MHPê ye û wiha axifî: "Ne destûra bingîn a ku hemû aliyên siyasî beşdar bûye, ji ber wê destûrek netewperest, yekane, nijatperest, zayenperest û navendî ye. Di nava vê destûrê de mafê gelê kurd û tirk tune ye. Mafê gelê elewî û nasnameyên din, azadî û daxwazên wan tune ne. Di vê destûra bingehîn de jin, kedkar û demokrasî tune ye. Ev destûra bingehîn ka navê serokomar lê hatiye kirin pergala yekbûyîna hikûmetê ye û terîfekirina şêweyî raye û hilbijartinê ye."

    ‘KESÊN KU AŞTÎ DIXWAZIN BILA BÊJIN ‘NA'

    Yuksek diyar kir ku di referandûmê de derketina dengê ‘Na' ji bo di feda her kesên nav civakê de ye û wiha berdewam kir: " Bi vê re dê destûra bingehîn a navendî, dewletî, zayendî, netewperestî ku bi hevkariya AKPû MHPê bê astengkirin. Bi vê re dê ji bo hemû nasname û baweriyan şensê me yê ku em bikarin qanûnek bingehîn a demokratîk ava bikin derkeve holê. Ger di referandumê de denge ‘NA' derkeve, dê îtîfaka AKP û MHP bê ruxandin û dê îmkanê çêbibe ku em vegerin pêvajoya çareseriya demokratîk ya di pirsgirêka kurd de."
    Berovajî vê destûra bingehîn a hevkariya AKP û MHPê dê encamên înkar, tasfiye û konsepta şer a di meriyetê de ye berdewam bike. Ji ber vê, kesên ku aştî û çareseriyê dixwazin, dixwazin vegerin pêvajoya çareseriyê, divê di referandumê de bêjin ‘NA'."

    ‘GELÊ ME DÊ JI PEVÇÛNÊ RE BÊJE ‘NA'

    Yuksek got:"Piştî ku ev qanûna bingehîn di referandumê de hat rawestandin, divê vegerin maseya muzakere û çareserî yê. Xebat û siyaseta me dê ji bo vê be. Di vê mijarê de birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ‘Ez hê jî li ber maseya muzakereyê me, ji bo çareseriyê projeyên min hene' hemû civak nêrînên birêz Ocalan ên ji bo çareserî û demokratîkbûna qanûna bingehîn dizanin. Îmkanên ku hene tên nirxandin, beriya ku bêjin dê rayeyên serokomar ji pê bên, divê pirsgirêkên ku her roj can distîne, agir dixe nava malan, koçberiyê, drama mirovaî û krîza aboriyê bên çareserkirin û ewlehiyên destûra bingehîn bên avakirin. Lê wekî tê dîtin, AKP di civakê de destpêkê xwe dihizire, ligel hemû êşên hatine jiyîn jî, ji 7ê Hezîrana 2016an het niha politikaya şer dide meşandin, ji bo hebûna xwe bidomîne ligel êşên civakê jî dest bi çêkirina qanûna bingehîn a wiha kiriye.

    AKP ji ber vê bi MHPê re ket nava îtîfaqek faşist û netewperest û carek din vegeriya dîroka xwe ya înkar û pirsgirêka kurd înkar kir. Di nava welat û derve de polîtîkaya dijberiya kurdan daye meşandin. Ev du sal in li ser Ocalan tecrîdê dide meşandin, dest daniye ser destkeftiyên me û zext û pêkûtî li ser gelê me dane meşandin. Ji ber vê dê gelê me ji vê pêşveçûnê re bêje "RAWESTE" û dê di referandûmê de ji destûra bingehîn re bêje ‘NA'."

    ‘EMÊ BI RIHÊ NEWROZÊ XEBATÊN XWE BIMEŞÎNIN'

    Yuksek di berdewama deklarasyonê de wiha axifî: "Em carekdin dibêjin; emê li dijî operasyonên qirkirina siyasî, girtin û zextan li berxwe bidin, serî netewînin û emê têkoşîna xwa demokratîk bilintir bikin. Emê destûr nedin qanûna bingehîn a ku tu pirsgirêkan çareser nake, di nava de çareseriya pirsgirêka kurd tune û azadî û mafê civakê di nava xwe de nahewîne. Em ê bi hêz bêjin ‘NA'. Bi van hemû rastiyan em bibawerin ku gelê me, wekî 7ê Hezîranê dê bi ruhê Newrozê tevlî xebatên referandûmê bibin, dê biçin ber sindoqan û ji bo aştî, çareserî, demokrasî û azadiyê rolê xwe yê dirokî bilîzin. Gelê me ji berê de dizane ku dê destûra bingehîn çawa be û ne çawa be, yên ku tekoşînê dimeşînin yanî em in.Ji ber vê wekî di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, dê xwe koordine bike, dê bi ruhê Mehmet Tunç, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr xebatên xwe birêve bibin. Divê em ji bo daxwaza xwe ku ji bo destûrek bingehîn a demokratîk ku di nav de mafê gelê kurd, nasnameyên din, azadî û demeokrasî heye, bi hêz nîşan bidin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mihemed Hacî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partiyên siyasî xwedî şîrketên neftê ne
    Partiyên kurdî li Sûriyeyê: Reşnivîsa Rûsyayê erênî ye lê kêm e
    Partiyên kurd: Di Destûra Bingehîn de gelê kurd tune ye
    Sê partiyên Rojava bûn yek partî
    Ji 7 partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniya Astanayê
    Bi tevlibûna 3 partiyên cida, PDK Bakur tê avakirin
    Lavrov: Partiyên siyasî yên Filistînî wê li Moskowê li hev bicivin
    5 partiyên kurd girtina Serokê PAKURDê şermezar kirin
    Etîketan:
    TJA, KCD, HDK, DBP, HDP, Kamuran Yuksek, Amedê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de