11:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Qedexe - polês

    Li Wanê bebekek 38 rojî hat kuştin dayik û 2 hevalên xwe hatin girtin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 3602

    Li Wanê li bebekek nûçêbûyî ber ku rastî îstismara cinsî û êrîşa tund hat, jiyana xwe ji dest da. Derheqê mijarê de dayika bebek û 2 kesên dî hatin girtin.

    Li Wanê navçeya Îpekyolû roja pênçşemê bekekek ku hêj 38 roj berê hatiye dine ji aliyê diya xwe ve rakirin nexweşxaneyê. Di miayeneya li ser bebek hat kirin de hat dîtin ku serê wî şikestî ye, canê wî hatiye gezkirin û çavên wî jî mor in. Her wiha di rapora nexweşxaneyê de îşaretên îstîsmara cinsî jî hatine dîtin.

    Bebekê ku bi awayekî giran hatibû birîndarkirin, di gel hemû hewldanên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Dayika bebekî û dû zilamên hevalên wê 3 kes ji ber vê cinayeta hovane binçavkirin. Hersê bersûc piştî lêpirsîna wan ya li qereqolê bi tawana 'Zarokê ku nikare xwe biparêz e kuştin e' hatin girtin.

    Derheqê mijarê de Waliyê bajarê Wanê jî daxuyaniyek da dezgehên medyayê û bûyerê piştrast kir. Walî da zanîn hêj lêpirsînên derheqê vê cinayetê de berdewam dikin.

    Serokê Baroya Wanê jî daxuyaniyek weşand û got:"Zarok ji ber ku derb li serê xwe xwariye bi awayekî giran birîndar bûye. Mixabin îşaretên îstîsmara cinsî jî hene. Ev cara yekê ye em rastî bûyerek bi vî awayî tên. Em dê mijarê ji nêzîk ve bişopînin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Polîsan li Wanê bi ser malekê de girt: 2 kes hatin kuştin
    Li Gola Wanê keştiya rûsî hat dîtin
    Polêsan li Wanê bi ser malan de girtin: 7 binçavkirî
    Qeyûmê Wanê, karmendekî zilamek anî ser Desteya Jinê
    Li Wanê yekane stargeha sivîl a jinan hat girtin
    Li gelek navçeyên Wanê wek Herêmên Ewlehiya Taybet hat ragihandin
    Li Wanê hemû meş û çalakî hatin qedexekirin
    Etîketan:
    Walitiya Wanê, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de