23:27 19 Hezîran 2018
Murat Boz stranbêj

Peymana Murat Boz ji ber 'Erê' ya wî hat betalkirin

© Foto : Facebook
Nûçe
Lînkê kurt
0 51

Peymana Murat Boz ya ji bo fîlmê 'Maşa û Hirçê Mezin', ji aliyê kompanyaya rûs ve bi sedema: "ji referandûmê re gotiye 'Erê'" hat betalkirin.

Li gorî nûçeya malpera binavê Medyatavayê, kompanyaya binavê Animation Studios ku hemû heqên fîlmê binavê 'Maşa û Hirçê Mezin' di destê wê de ye, vê fîlmê cara yekê  meha Nîsanê de dê li Tirkiyeyê wek fîlmek înteraktîf bide weşandin. Li gorî peymana Majestîk Fîlm û Animaccord Animation Studiosê dublaja filmî ji bo beşa Tirkî dê ji aliyê Murat Boz ve bihata kirin.

Ji bo vê kompanyayê hevpeyman bi Murad Boz re çêkiribû. Lê hat îdîakirin ku ji ber Murat Boz rengê dengê xwe yê di referandûmê de aşkere kiriye, ev yek li aliyê kompanyaya rûs bûye sedemê aciziyê. Li gorî nûçeyê kompanya peymana xwe ya bi Murat Boz re xera kiriye.

Stranbêjê binavê Murat Boz rojên borî bi fûtbolîstên binavê Ridvan Dîlmen, Arda Turan re li ser vîdeoyekê rengê dengê xwe diyar kiribû ku piştgirî dabû partiya desthilatdar ya Tirk.

 

 

Bi heman mijarî:

Kurtulmuş: Li nêzîk referandûm tê kirin
Etîketan:
Animation Studios, Murat Boz, Tirkiye, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de