14:18 11 Kanûn 2017
Zindî
    Qedexe - polês

    Bersûcê tecawizkarê bebekê nûçêbûyî bê kelemçe birin edliyeyê

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 60

    Polîsan li Wanê bersûcê tecawizkariyê yê bebekê nûçêbûyî bê kelemçe birin dadgehê, lê Zozan Ozgokçeya aktivîsta mafê jinan ji ber parvekirinên ser medya civakî destê wê hatin kelemçekirin.

    Aktivîsta mafê Jinan Zozan Ozgokçe ji Spûtnikê re ragihand di dema ku hatiye binçavkirin, kesê ji ber tecawizî zarokê  nûçêbûyî hatibû binçavkirin jî pê re birine edliyeyê, lê ewî ew ne bi kelemçebûye.

    'KELEMÇE LI DESTÊ MIN KIRIN LÊ EW SERBEST BÛ'

    Ozgokçe rojên borî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatibû binçavkirin û nêzî dû rojan di bin çavan de mabû. Wê ragihand ku polîsan kesê ku ji ber tecawizkariyê binçav kirine, bi wê re birine dadgehê. Lê polîsan kelemçe nexistiye destê wî û wiha got: "Ev mirovê hovane li edliyeyê li gel min bû, bê kelemçe bû, lê di gel ku serdozgerî ez serbest berdam, heta mehkemeyê jî kelemçe xistin destê min."

    ZAROKÊ YEK ROJÎ RASTÎ TECAWIZÊ HATIBÛ

    Wek tê zanîn rojên borî li Wanê zarokek  nûçêbûyî ji ber ku rastî şidet û êrîşa cinsî hatiye, jiyana xwe ji dest dabû û kesê binavê Ferdî bi hinceta ku êrîşa cinsî li vî zarokî kiriye hatiye girtin ku Ferdî di hepsê de bû û bi hinceta zarokê wî çêbûye destûr xwestibû û derketibû derve. Zarokê  nûçêbûyî ku rastî tecawiz û şidetê hatibû di heman rojê de jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora edlî ya zarokê mirî de şûna gez, derb û îstîsmarê hatibûn tespîtkirin.

    Aktivîst Zozan Ozgokçe ragihand ku niha parêzer û aktivîstên mafê jinan li Wanê li malbata wî zarokî digerin, ji bo rewşê baştir fêm bikin û alîkariya însanî û hiqûqî ragihînin malbatê.

    Bi heman mijarî:

    Aktivista jinan Ozgokçe serbest hat berdan
    Etîketan:
    Zozan Ozgokçe, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de