15:06 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mustafa Erdogan, Anadolu Ateşî Serkan Polat

    Dansvanekî kurd li ser sahneyê niyaza zewacê li dansvana rûs kir

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 71

    Dansvanê kevn ê koma bi navê Anadolû Ateşî Serkan Polat li ser sahneyê niyaza zewacê li dansvana Rûs Katerina Liashkovayê kir. Li ser Sahneya Anadolu Ateşî Balyozê rûs Andrey Karlovê ku bi sûîkastê hat kuştin jî hat bîranîn.

    Dansvanê kevn yê Anadolu Ateşî Serkan Polat ku bi eslê xwe kurdek ji Wanê ye, li ser sahneya Sultans of the Dance de, niyaza zewacê li dansvana rûsî Katerîna Liashkova yê kir.

    SEFÎR KARLOV JÎ JI BO VÊ XWEPÊŞANDANÊ HATIBÛ VEXWENDIN

    Balyozê Rûsyayê jî dawetliyê vê konsere bû û qerara xwe dabû ku wê beşdarî vir bibûna. Mustafa Erdogan berpirsê Anadolû Ateşî da zanîn ku heger Andrey Karlov nehata kuştin dê beşdarî vê xwenîşandanê bibûna. Liashkova jî Andrey Karlovê sefîrê rûs yê li Tirkiyeyê li ser sahneyê bibîr anî û wê hew karî rondikên xwe bisekinîne.

    Dansvana Rûs bi Derhêner Mustafa Erdogan re li ser dikê
    © Sputnik/
    Dansvana Rûs bi Derhêner Mustafa Erdogan re li ser dikê

     

    Dansvan Serkan Polat ku ji destpêka avabûyîna Anadolu Ateşî de wek dansvanê serek cih girtiye û di gelek turne û xwenîşandanan de jî lîstiye ew niha ne di Anadolû Ateşî de ye, di bernameya xwenîşandana Anadolû Ateşî ya binavê Sultans of the Dance de cih girt. Wî li ser sahneyê niyaza zewacê li dansvana Rûs kir. Serkan Polat di axaftina xwe ya li ser sahneyê de got: "Malbata Katerîna her daîm metirsiyên xwe digotin. Wan bahsa bombeyên ku li Tirkiye diteqin dikir, lê min her daîm wan teselî dikir. Ez dixwazim pê re bizewicim û heta dawiya jiyana xwe wê biparêz im." Li ser niyaza Polatî bi awayekî gur dengê çepikan ji nav temeşavanan bilind bû.

    Serkan Polat got: "Ji ber ku heya niha em pir geriyan me fersendek ji bo zewacê bidest nexist. Hin adet hene ku ji wan ditirsiyam. bi zimanê rûsî û tirkî daxwaza zewacê, li dansvana Rûs kir." Herdû dansvan duhî li Kadikoy a Stenbolê gihiştin mirazê xwe.

    Etîketan:
    Sultans Of Dans, Anadolu Ateşi, Katerina Liashkova, Serkan Polat, Mustafa Erdogan, Andrey Karlov, Anadolu, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de