11:03 26 Gulan 2018
PKK

KCK: Ji reşnivîsa Rûsya jî diyar e ku bêyî kurdan çareserî nabe

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Nûçe
Lînkê kurt
0 60

Koma Civakên Kurdistan KCK derheqê reşnivîsa Rûsyayê ya ji PYDê hatiye ragihandin daxuyaniyek weşand û got:"Ji reşnivîsa Rûsyayê jî diyar e ku êdî bêyî kurdan çareseriyek li Sûriyeyê nabe."

KCKê derheqê reşnivîsa destûra bingehîn ya ku ji aliyê Rûsya ve ji nûnerên PYDê û heyetên mixalîfên Sûriye re hatine ragihandin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANFê KCK di daxuyaniya xwe de got: Herçend kêmasî tê de hebin jî lê ji reşnivîsa Rûsyayê jî diyar e ku êdî hatiye femkirin bêyî kurdan û gelên dî çareseriyek li Sûriyeyê pêk nayê.

KCK dibêje bi vê reşnivîsê jî derkete holê ku bêyî Federasyona Sûriyeyê ya Bakûr ya Demokratîk û Şoreşa Rojavayê guherînek çênabe. KCK di daxuyaniya xwe de her wiha îfade dike ku bêyî kurdan û gelên dîtir yên li Sûriyeyê ne mimkûn e ku çareseriyek aştiyan e pêk bê, ji reşnivîsa Rûsyayê ya ji bo Sûriye hatiye çêkirin jî ev diyar dibe.

KCK her wiha rexne dike ku bê çima dîtinên hemû derdorê Sûriyeyê nehatiye girtin tenê bi çend derdorên mixalîf re vê reşnivîsê amade kirine.

 

 

Bi heman mijarî:

KCK: Pêwîstî bi yekîtiyê heye, daxuyaniyên Barzanî bêkêr in
KCK: ji bo ‘Kongreya Neteweyî' gavê bavêjin
KCK: Em ê rê nedin birakujiyeke nû
KCK: Em serkeftina Trump pîroz dikin
KCK: Bila werin, wê têkçûneke dîrokî bijîn
KCK: Dewleta tirk dixwaze Herêma Kurdistanê dagir bike
Etîketan:
KCK, Rusya, Suriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de