08:31 26 Îlon 2017
Zindî
    Diyarbakırspor

    Fûtbolîstê Diyarbakırsporê ji Ridvan û Arda re: Polîtikbûna xwe bi edeletê bihonin

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 10161

    Fûtbolîstê binavê Bariş Kırbıyık peyamek bi riya videoyê weşand û bangî fûtbolîstên navdar Ridvan Dîlmen, Arda Turan û Burak Yılmaz kir ku hestên xwe yên edeletê ji bîra nekin û wan hestan bi polîtîkbûna xwe re bihonin.

    Bariş Kırbıyık ku bi salan di Diyarbakırspor û Kayserîsporê de lîstiye li ser peyama Ridvan Dîlmen, Arda Turan û Burak Yilmazê fûtbolîstên navdar ên pişgriya xwe dan referandûma guhertina destûra bingehîn li Tirkiyê, bersivek da û got:"Kesên ku debara xwe bi çepikan bidest dixin, divê polîtîk bin.Kırbıyık got:"Drogbayî ji xwe re wek mînak bigirin. Ne li ba serdestan bin. Bila cihê we li ba zarokên feqîr be."

    Bariş Kırbıyık di peyama xwe ya li ser vîdeoyê de dibêj e: " Min vîdeoyên we temaşe kir. Min peyama we jî girt. Ez jî yek birayek we me ku debara xwe bi futbolê dikim. Ez we baş fêm dikim. Em kesên ku bi riya çepik û ecibandinên mirovan heyata xwe qezenç dikin, dema ku em polîtîk bin ev tişteke baş e. Ez bixwe jî tim polîtîk bûm. Rêzek gelek mezin a min li gel kesên polîtîk heye. Dema ku mirovên wek me hestên xwe yên edeletê bi polîtîkbûna xwe bihonin ev xizmetek pîroz e. Divê hun jî hestên xwe yên edeletê ji dest nedin."

    'ÇIMA HÛN LI DENÎZ NAKÎ XWEDÎ DERNEKETIN'

    Kırbıyık got:"Dema ku Denîz Nakî banga aştiyê kir hûn lê xwedî derneketin. Wî bi mehan siza xwar, lê hûn îro li gel serdestan e. Divê cihê we li ba zarokên feqîr û bindestbûna".Peyama Futbolîst Bariş Kırbıyık di nava çend saetan de ji aliyê 7 hezaran zêdetir kesî ve hat parvekirin û fûtbolîst Kırbıyık ji aliyê şopînerên xwe ve piştgiriyek bêhempa dît.

    'DIXWAZIM DI BARSELONAYÊ DI ŞÛNA ARDA DE ZAROKEK FEQÎR BILÎZE'

    Bariş Kırbıyık derheqê vê peyama xwe de beyanatek da Sputnik Kurdistanê û got: "Her baweriya min ji bo zarokan heye û wan perwerde dikim. Dixwazim zarokên gelên bindest ên wek me her serkeftî bin. Fûtbolîstên wek Drogba ku ne alîgirên serdestane bên gihandin. Drogbayî ji xwe re wek mînak bigirin. Ne li ba serdestan bin. Bila cihê we li ba zarokên feqîr be. Ez dixwazim ew zarok dema ku mezin bûn heqê gelê xwe biparêz in. Dixwazim di şûna Ridvan Dîlmen de zarokên ku birçiyê aştiyê ne, zarokên ku birçiyê wekheviyê ne rûnên. Dixwazim di Barcelonayê di şûna Arda de zarokek feqîr rûnê. Mesela ji dêvla Bûrak bila Çînê zarokek ku hemû gundan bike wek gulistanekê rûnê."

    Bi heman mijarî:

    Li aliyekê Arda Turan li aliyê dî Meltem Cumbul li Tirkiyê 'şerê referandûmê' dest pê kir
    Arda Turan: ‘Li welatê min mirov tên kuştin’
    Etîketan:
    Diyarbakırspor, Barış Kırbıyık, Ridvan Dilmen, Arda Turan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de