14:30 22 Îlon 2017
Zindî
    Enstîtûya Kurdî

    Ji bo Enstîtûya kurdî ya Stenbolê kampanyayek îmzekirinê hat destpêkirin

    © Foto: Facebook\Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 9110

    Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ku beriya niha eyamekê di çarçoveya biryarnameyên di hikûmê qanûnan de hatibû girtin ji bo ku jinûve bê vekirin kampanyayek îmzekirinê da destpêkirin. Enstîtû bi vê kampanyayê hêvî dike ku pişgriya 2500 kesan bigire û encamê ragihîne wezareta Karên Hundir a Tirkiyê da ku dezgeh ji nûve bê vekirin.

    Kampanya ji ser malpera piştgiridayînê ya binavê change.org ê hatiye sazkirin û gelek alî û derdor pişgiriya xwe dan vê kampanyayê.

    Birêveberên dezgehê kampanyayê li ser torên medya civakî belav dikin. Birêveberên dezgeha ku hatiye girtin amadekarî dikin, piştî ku kampanya bidawî bû ragihînin ber destê desthilatdarên Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê. Wek tê zanîn Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1992an bi vir de ji bo parastin û pêşvebirina ziman, wêje û dîroka kurdî xebatan dike.

    Ji sala 2006an heta roja ku deriyê wê hate şikandin û piştre jî hate mohkirin, bi navê Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomandin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her çi qas ji ber rewşa siyasî û hiqûqî ya Tirkiyeyê bi navê "Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê" xebatên xwe meşandibin jî, wek saziyeke akademîk û dibistaneke kurdî xebat kiriye. Heta niha bi hezaran kes li Enstîtuya Kurdî hînî zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) bûne.

    Bi heman mijarî:

    Salvegera serbestiya zimanê kurdî û qedexeyên nû
    Polîsan dest danî ser kelûpelên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
    Hejmara pirtûkên kurdî yên îsal hatine çapkirin
    Nijadperestan bertek nîşanî vîdeoya li ser zimanê kurdî dan
    Enstîtûya Kurdî ku serokê wê yê pêşîn Apê Musa bû deriyê wê hat morkirin
    Beşîkçî: Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide demokrasiyê
    Etîketan:
    Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Tirkiye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de