05:18 20 Tebax 2017
Zindî
    HDP xwepêşandana Stenbolê, Şemî, Gulan 30, 2015

    HDP ji bo kampanyaya "NA" xebatên xwe da destpêkirin

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 6141

    Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDPê ji bo prosesa referandûma destûra bingehîn komcivînek çêkir. HDP ji bo eniyek ya 'na'kirina destûra bingehîn xebatên xwe da destpêkirin.

    Ayhan Bîlgen Berdevkê HDPê da zanîn ew ne tenê li ser bingeha redkirina vê destûrê bixebitin, ew dê ji bo hêviya milet xurt bikin ji bo destûrek baştir xebatên xwe bidomînin.

    HDP ku hevserok, parlementer,endam û birêveberên wê di hepsê de ne bi dezgheên sivîl û saziyên mafên mirovan re hevdîtinan dike û mijara destûra bingehîn guftigo dike.

    Li gorî nûçeya DÎHABERê HDP bi dezgehên sivîl re hevdîtinan dike da ku bê kijan mijaran derxin pêş di kampanyaya redkirina referandûmê de. Li gorî nûçeyê encama guftigoyên ji bo referandûmê dê îro di komcivîna meclîsa partiyê de bêne nirxandin.

    Ayhan Bîlgen ku derheqê mijarê de agahî dan ajansê da zanîn ew dê bi taybetî taybetmendiya herêman bînin berçavan û dê mal bi mal bigerin, ew dê ne tenê li ser bingeha redkirina destûra bingehîn rawestin, her ewê ji bo hêviyên derheqê destûrek bingehîn ya demokratîk de jî xebatên xwe bimeşînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    HDP ji bo guhertina qanûna destûrê deng nade
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Li Rihayê 13 endamên HDP û DBPê hatin girtin
    HDP qetlîama Roboskiyê bibîr anî
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bilgen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de