22:14 17 Tebax 2017
Zindî
    HDP Milletvekili Selma Irmak

    Derheqê Selma Irmak de heya 4 salan sizaya hepsê hat xwestin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Piştî ku daxwaza guherîna destûra bingehîn ya derheqê parastina parlementeran de di rojnameya fermî de hat ragihandin, dosyayên parlementeran jî ji nûve tên vekirin. Serdozgerê Komarê yê Amedê ji bo parlementera HDPyî Selma Irmakê ji salekê heya 4 salan sizaya hepsê xwest.

    Dozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya yaseyên nû de, derheqê parlementera Colemergê ya HDPê Selma İrmakê de îdîanameyek amade kir. Li gorî îdîanameyê Irmak di sala 2015a de di dema avakirina Kongreya Civaka Demokratîk de bi awayekî zindî beşdarî kanalek ya televizyonê bûye û heqaretan li Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdoganî kiriye. Îdîaname ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.

    Bi riya Sîstema înformatîk ya Deng û Dîmenê SEGBÎSê îfadeya Selma Irmakê hatiye stendin û Irmak di îfadeya xwe de gotiye: Min di çarçoveya heqê xwe ya rexnekirinê de axaftin kiriye niyeta min ya bi heqeretê tunebû"

    Di îdîanameyê de ji bo Irmakê ji salekê heya 4 salan sizaya hepsê û mehrûmiyeta ji hemû mafên xwe yên parlementeriyê tê xwestin.

    Ji ber naveroka axaftina Irmakê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwest ku heqê parastina wê ya ji ber parlementeriyê bê rakirin û ev daxwaz ji bo ku biçe meclîsê niha şandine Wezareta Karên Hundir.

     

    Bi heman mijarî:

    Irmak: ‘Feraseta Rûsyayê ji ya Amerikayê zelaltir e'
    Irmak: ‘Ev agir wê we bişewitîne'
    Etîketan:
    HDP, Serdozgeriya Komarê Amedê, Selma İrmak, Colemerg, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de