10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Suriye

    'Heyetên Rus, Tirk û Îranê bi Wezîrê Karên Derve yê Kazakîstanê re dicivin'

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Heyetên garantorên agirbesta li Sûriyeyê, yên Rusya, Tirkiye Îranê dê di hevdîtinên aştiyê yên li Astana yê îro bi Wezîrê Karên Derve yê Kazakîstanê re kom bibin.

    Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Kazakîstanê ji Sputnikê re axivî û da zanîn dê Abdrahmanov îro, beriya ku komcivînên sibê dest pê bikin, dê bi heyetên welatên garantor re hevdîtineke bike. Çavkaniyê Kazakîstanê destnîşan kir tenê dê heyetên welatên garantor di vê hevdîtinê de cih bigirin.

    Hevdîtinên Astanayê ku bi riya Rusya, Tirkiye û Îranê hatibû organîzekirin, dê 23ê meha yekê di katjimêr 10-00 de dest pê bike. Heyetên welatên garantor û heyeta Neteweyên Yekbûyî ji îro de dest bi hevdîtinan kirin.

    Bi heman mijarî:

    Kaynak: "Astana ji bo encama lihevhatina dawî zîrweyeke erênî ye"
    Aldar Xelîl: Cihê çareseriyê ne Astana ye lê pêngavek e
    Muxalîfên ku Kahire piştgiriya wan dike piştî Astana û Cenevreyê li Misrê dicivin
    Etîketan:
    Wezîrê Karên derve yê Kazakîstanê, Abdrahmanov, İran, Tirkiye, Rusya, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de