22:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Reva sivîlan ji Mûsilê - koçber, penaber,

    Hejmara koçberên li Herêma Kurdistanê ji 2 milyonan zêdetir bû

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Navdewletî Dîndar Zêbarî da zanîn, hejmara koçber û penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê, ji 2 milyon kesan zêdetir bûne.

    Li gorî nûçeya KDP.infoyê 140 hezar kes ji destpêka operasyona Mûsilê ta niha ji Mûsilê koçî nav bajarên Herêma Kurdistanê bûne.

    Dîndar Zêbarî got:"Rojê derdora 2 hezar koçberên ji Mûsilê tên li bajarên Herêma Kurdistanê bicih dibin. Heya niha hejmar bi ser 2 milyon kesan ketiye. Lê tê çaverêkirin ku ev hejmar ji niha û pê de hêj zêdetir bibe."

    Zêbarî xwest ku Neteweyên Yekbûyî vê rastiyê bîne berçavan û alîkariyên ku ji bo penaber û koçberan dişîne jib o Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di 5 rojên dawî de, 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne
    5 Hezar koçber di avê de xeniqîn
    Ji 100 hezaran zêdetir mûsilî koçber bûn
    NY: Îsal 500 hezar afxan ji ber şer koçber bûn
    Ji Mûsilê û Geyareyê 67 hezar koçber gihiştine Herêma Kurdistanê
    Heşdî Şabî 5 erebên sunî yên koçber îdam kirin
    Konên şirnexiyên ku ji ber qedexeyê koçber bûne, tên hilweşandin
    Etîketan:
    KDP, Dîndar Zebarî, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de