22:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demirtaş: Em li hemberî Hirant mehcûb in lê me serî netewand

    © AFP 2017/ JOHN THYS
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5521

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji bo salvegera kuştina Rojnamevanê Ermenî Hirant Dînk ji hepsa ku lê ye nameyek şand û got: "Em li gel Hirand mahcûb in, lê bila bê zanîn ku me jî serê xwe li ber desthilatdariyê netewand."

    Rojnameya Agosê îro ji bo salvegera kuştina Gerînendeyê Giştî yê xwe yê berê Hirant Dînk hejmarek taybet çap kir. Rojname di vê hejmarê de cih daye 24 nivîsên navdaran derheqê kuştina Dînk de. Yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaşê di hepsê de ye.

    Demirtaş di nivîsa xwe de dibêje: "Di deh salên derbasbûyî de mixabin me welatê xwe nekir welateke azad. Ji ber vê em li gel Hirantî mehcûb in. Lê bila bê zanîn ku me serê xwe jî li ber desthilatdariyê netewand."

    Demirtaş her wiha bal kişand ser vê cinayetê û got: "Di gel ku em dizanin bê qatil kîne, lê hê jî kesên li piştperda vê cinayetê derneketine hole. Wek kujerên Surucê, wek yên Enqere û wek yên Robozikê"

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Tirk şewirmendê Davutoglu wek şikbarê cinayeta Hirand Dînk nîşan da
    Bikujê Hirand Dînk Ogun Samast ji ber êrîşên tund birin girtîgeheke dî
    Etîketan:
    Hirand Dînk, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de