22:25 17 Tebax 2017
Zindî
    Hrant Dink

    Malbata Dînk rojnameya "Guneş"ê şermezar kir

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Malbata Hirand Dînk ji bo sernava rojnameya binavê Guneş ku duhî "Suîkast Tüyo"su weşandibû û Etyen Mahçûpyan wek şikbarê vê cinayetê nîşan dabû daxuyaniyek belav kir. Malbatê rojnameya Guneşê ji bo vê sernavê şermezar kir.

    Malbata Dînk di daxuyaniya xwe de got:"Cihê şermê ye ku vê rojnameyê cih daye gotinên qirêj ku dostê malbata me Etyen Mahçûpyanî wek şikbar nîşan daye."

    Di daxuyaniya li ser navê Malbata Dînk hate weşandin de hat gotin:"Etyen Mahçûpyan dostek yê malbata me ye û dê her wisa bimîne. Kesên ku vê sernavê avêtine wek ku rojnamevanî dikin xwe bazar dikin, lê van nivîsên qirêj tenê qirejiya vê cinayetê raberî ber çavan dike."

    Wek tê zanîn duhî rojnameya binavê Guneş bi sernava "Suikast Tüyo"su derketibû û Etyen Mahçûpyanê ku di heman demî de şewirmendê Serokwezîrê berê yê Tirk bû wek şikbarê cinayeta Hirand Dînkî nîşan dabû.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Tirk şewirmendê Davutoglu wek şikbarê cinayeta Hirand Dînk nîşan da
    Bikujê Hirand Dînk Ogun Samast ji ber êrîşên tund birin girtîgeheke dî
    Dadgerê doza Dînk di dema danişînê de hat binçavkirin
    'Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî' ji bo xwediyên wê hat dayîn
    Dîmenên nû yên Ogun Samast ê kujerê Hrant Dînk derketin holê
    Etîketan:
    Guneş, Hirand Dînk, Ahmet Davutoglu, Etyen Mahçûpyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de