02:04 24 Tebax 2017
Zindî
    TBMM

    Tirkiye di şertên OHALê de destûra xwe ya bingehîn çê dike

    © Foto: DHA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 14430

    Di şertên awarte ku jê re dibêjin (OHAL) Tirkiye dikeve qonaxeke nû û destûreke bingehîn çê dike. Partiya serdest ya Tirk AKP bi guherîna vê destûrê dixwaze rengê rejîmê biguherîne, dawî li sîstema parlementeriyê bîne û sîstemek a Serokatiyê ku wê di encamê de Serokwezîrê niha bibe "Serokê Dewletê" ava dike.

    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran
    © Foto: Twitter\Ayşe Acar Başaran
    Gelek xalên destûra bingehîn ya nû ev çend roj in di meclîsê de bi alîkariya partiya Nijadperest MHPê û AKPê tê erêkirin. Li gorî prosedûrên Tirkiyiyê heya demekê dê xalên ku hatine erêkirin bi riya referandûmê bê ber destê welatiyên li Tirkiyeyê. Li ser van pêşketinan 99 parlementerên kevn yên navdar ku serdemekê bandorek giran danîbûn ser siyaseta Tirkiyeyê bangawaziyek weşandin û xwestin ev destûra nû neyê qebûlkirin.

    SIYASETMEDARÊN KURD DI NAV WAN DE TUNE NE 

    Di nav parlementerên kevn de Seroka Giştî ya berê ya partiya binavê ANAPê Nesrîn Nas, Avakarê AKPê Abdullatif Şener, Riza Turmen û Zulfu Lîvanelî yên CHP yî û gelek navên dî jî hene. Cihê gotinê ye, di gel ku kurdên opozîsyonê ji aliyê xwe ve di partiyên cida cida de li dijî vê destûrê bixebitin jî, lê halîhazirê de yek ji nav û sîmayên kurd ên siyasetê di nav kesên bangawazî weşandin de tune ne. Parlementerên kevn metirsiyên xwe ji bo hilweşîna sîstema parlementer a Tirkiyeyê anîn ziman. Wan di daxuyaniya xwe de cih da peyvên; 'Em pê baş bawer in ku istiqrar encax bi demokrasî, hiqûq û asabûyînê de ye. Meclîsa me jî xwediyê vê hêzê ye. Em vê baweriya xwe radigihînin ber teqdîrkirina miletê xwe."

    'BI VÊ GUHERÎNÊ TIRKIYE DÊ 200 SALAN PAŞ VEGERE' 

    Abdüllatif Şener, Yaşar Yakış, Nesrin Nas, Altan Oymen, Suheyl Batum, Rıza Türmen, Zülfü Livaneli, Yaşar Okuyan û Saadettin Saran jî di nav de 99 parlementerên kevn ên Tirk îmza xwe avêtin bin vê metna bangawaziyê. Her, wan di bangawaziya xwe de got: "Ne destûrek li gorî şexsekî, ne destûrek li gorî tirkan, ji dêvla hevesên kesayetî divê destûrek li gorî rêgezên gerdûnî yên zanist û aqilê be."

    Nesrin Nas beyanek da Sputnîk Kurdistanê û got: "Heger di van şert û mercan de destûr bê guhartin, dê careke dî Tirkiye pêşiya xwe nebîne. Di bin baweşîneke berfireh de, me balê kişand ser qîmeta parlementoyê. Parlemento pêwistiya jiyanê ye. Heger ev ji navê bê rakirin dê Tirkiye bi her awayî girêdayî yek kesekî be. Di sala 1924an de jî berpirsiyariya parlementoyê nedan Mustafa Kemalî. Şerê rizagariyê ji aliyê parlementoyê ve hate birêvebirin."Parlementera berê Nesrîn Nas got: "Tirkiye bi vê guherîna Destûra Bingehîn dê 200 sal paş ve biçe. Heger piştî ev destûr bê erêkirin dê Tirkiye bê destûr bimîne. Dê deng û hakîmiyet û heqên milet rast e rast bê desteserkirin. Heta kesên ku vê destûrê erê dikin jî dê zirar bigihîj e wan."

    PARLEMENTERÊN PARTIYA 3EMIN DI HEPSÊ DE NE

    Nas bal kişand ser parlementerên girtî yên HDPyî jî û got: "Di şertên OHALê de referandûmek tê çêkirin. Yanî hemû giraniya serdestan li ser milet hebe û em ê referandûmek pêk bînin. Partiya 3emin ya parlementoyê tev girtî ne. Pevçûn û veqetandin dê çêbin. Krîzên nû yên aborî dê çêbibin. Li aliyekî derdorek heye ku hemû hêzan di destê xwe de digire. Lê li aliyekî jî yên li dijî vê derdikevin hene. Yanî di nav vana de kurd jî hene, elewî jî hene, yên çepgir jî hene, yên neteweperest jî hene. Tev de li dijî guherîna destûrê ya bi vî awayî dertên. Heger hemû alî vê destûrê nexwazin dibe ku tev ji alî xwe ve pişgiriyê bidin vê prosesê."

    Bi heman mijarî:

    Canikli: "Hetanî 18-20 rojan wê hevdîtinên Destûra Bingehîn biqedin"
    HDP ji hevdîtinên Destûra Bingehîn vekişiya!
    Tura duyemîn a guherîna Destûra Bingehîn îro destpê dike
    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Peşniyara Destûra Bingehîn li komîsyonê hat qebûlkirin
    Yildirim û Bahçeli dê cara dawî ji bo Destûra Bingehîn bicivin
    Etîketan:
    ANAP, Meclîsa Tirk, CHP, MHP, AKP, HDP, Yaşar Okuyan, Suheyl Batum, Abdullatif Şener, Zulfu Livaneli, Altan Oymen, Riza Turmen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de