15:32 19 Mijdar 2017
Zindî
    Polîsê Tirkiyeyê

    3 tohmetbarên kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin berdan

    © AP Photo/ Halit Onur Sandal
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    3 kesên ku bi tohmeta kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatibûn girtin û ji tîrmeha 2015an ve di girtîgehê de bûn serbest hatin berdan. Di daxuyaniyên hikûmeta AKPê de ev bûyer weke yek ji hincetên bidawîanîna 'Pêvajoya Çareseriyê'dihat nirxandin.

    Li navçeya Serêkaniya ya Rihayê di 22ê Tîrmeha 2015an de polîsên bi navê Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar li malê hatibûn kuştin û ev yek weke têkçuna pêvajoya çareseriyê ya di navbera hikumeta AKPê û PKKê de hate nîşandan. Têkildarî bûyerê cîranên polîsan û rêveberê DBP yê Serêkaniyê jî di nav de 8 kes li ser gilîkirinê hatibûn girtin. Li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, têkildarî bûyera kuştina 2 polîsan de, rûniştina 4emîn a dozê hat dîtin. Di rûniştinê de cîranê her 2 polîsan Murat Abir, Lutfu Abir û rêveberê DBPa Serêkaniyê Omer Kiliç hatin berdan. Dadgeh ji bo guhdarîkirina şahidên nû, doz taloqî 5ê Nîsana 2017'an kir.

    Piştî kuştina polîsan pêk hat li ser dosyeya dozê biryara ‘veşarîbûnê' hatibû girtin. Her wiha naveroka dosyeyê ji parêzeran re hate veşartin. Parêzeran di daxuyaniyên xwe yên demê borî de ragihandibun ku kesên girtî, rastî işkenceyên giran hatine. Ji bo lêkolin û zelal kirina buyerê HDPê pêşnume da parlementoya Tirkiyê, lê ev yek bi rayên partiya desthilatdar a AKPê ve ne hate qebulkirin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo bûyera Serêkaniyê daxwaza lêkolînê li Parlamenê kir
    Li Serêkaniyê polêsek birîndar bû
    Etîketan:
    2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, PKK, DBP, AKP, HDP, Omer Kiliç, Lutfu Abir, Murat Abir, Okan Uçar, Feyyaz Yumuşak, Riha, Serêkaniyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de