14:42 23 Tebax 2017
Zindî
    Profesor Şebnem Korur Fîncanci

    Profesora dosta kurda Fîncanci hat darizandin

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Parêzvana mafên mirovan Prof Fîncanci di daxuyaniya li ber deriyê dadgehê de azadiya raman û ragihandinê parast û got: ‘Cihê ku em lê disekinin, cihê rastiyan e."

    Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, tevli hevalên xwe, Nûnerê Tirkiye yê Rojnamevanên Sînornenas Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn, di çarçoveya doza rojnameya Ozgur Gundemê derketin pêşberî dadgehê.

    Fincanci û hevalên xwe ji ber ku di rojnameya binavê Ozgur Gundemê de bi dor gerînendetî kirine têne darizandin.
    Gelek rojnamevan jî pişgrî dan Fîncanci û hevalên wê. 

    Înan Kizilkaya Midûrê rojnameyê ku dihat çaverêkirin wî jî bînin dadgehê, beşdar nebû. Fîncancî di axaftina xwe ya li ber deriyê dadgehê de got: "Ji ber ku heqîqêtê anîn ziman îro gelek rojnamevan têne darizandin. Ji rojnamevanên ji derve zêdetir rojnamevan di hepsan de ne. Cihê ku em lê disekinin, cihê rastiyan e."
    Danişîn heya roja 21ê Adarê hat taloqkirin.

    Xwendekar û hîndekarên li Zanîngeha Egeyê jî bi xwepêşandanekê pişgirî dan Fîncanci û hevalên wê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji girtîgehê derketin
    Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan
    Asli Erdogan: Hikumet dixwaze rastî û dirustiyê yekdestî bike
    Parlamenterê AKPê: "Divê Asli Erdogan negirtî were darizandin"
    PENa Swêdê xelata 'Tucholsky'yê da nivîskara girtî Asli Erdogan
    Etîketan:
    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyayê (TIHV), Şebnem Korur Fîncanci, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de