10:31 19 Tebax 2017
Zindî
    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran

    'Dixwazin Kurd sed salên dî jî kole bin'

    © Foto: Twitter\Ayşe Acar Başaran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 24720

    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran ku di hevdîtinên Destûra Bingehîn ya Meclîsa Tirk de cih digire, prosesa amadekirina destûra bingehîn ya Tirkiyeyê nirxand û got: "Partiya Serdest ya Meclîsa Tirk dixwaze sed salên dî jî kurd wek kole bimînin."

    Parlementera Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Parêzer Ayşe Acar Başaran atmosfera Meclîsa Tirk û rewşa dengdayîna Destûra Bingehîn ya rojên dawî de ji Spûtnîk Kurdistanê nirxand.Acar Başaran got: "Di rewşek ku ekonomî têk çûye û şer lê serdeste, ne mimkûn e ku referendûm pêk bê." Başaran bibîr xist dengdayînên ji niha û pê de dê prosesê diyar bike.

    DIBE KU DENGÊN 'NA' JI NIHA Û PÊ DE ZÊDETIR BIN

    Madeyên ku bingeha Destûra Bingehîn diyar dikin, ji sala 2011an de di komîsyona meclîsê de tên amadekirin. Her yek madeyek bi sernavên cida cida tê amadekirin û ev made piştî ku di parlementoyê de bên erêkirin dê bi riya referandûmê bê ber destê xelkên Tirkiyeyê.

    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran
    Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran

    Lê di prosesa amadekirina van madeyan de gelek teqereq meclîsa Tirk de hene ku Partiyên serdest li dijî yên opozîsyonê gelek bi hêz in û dikarin dengên opozîsyonê bitepisînin.Ayşe Acar Başaran ji bo vê rewşê dibê "Parlementerên ku dengên 'Erê' didin di bin kontrola wezîrên xwe de ne. Dibe ku dengdayînên ji niha û pê de dengên 'na' zêdetir bin.

    'DESTÛREK FAŞÎST Û RENGÊ ZILAMAN DE YE'

    Her Başaranê bal kişand ser naveroka Pêşnûmaya Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê û got: "Di şertên awarte de bi giraniya partiya desthilatdar destûrek tê avakirin. Bi vî awayî ne kurd, ne elewî, ne jin, ne ermenî, ne jî gelên li Tirkiyeyê dê tu heqên wan di destûra bingehîn de tune bin. Bes dê destûr dê dîktatoriya şexsekî biparêz e. Lê bi vî awayî dê sîstemek faşîst û rengê zilaman de be." Her wê amaje pê kir ku sîstema ku tê avakirin, dê faşîst û bi rengê zilaman be. Ayşe Acar Başaranê destûra sala 1982an jî bibîr anî û got: "Destûra sala 1982an bi kodetayê hatibû avakirin, di wir de kurd qetîyen ne xwedî heq bûn. Lê ya niha yekcar ji kurdan hatiye safîkirin e."

    'DIXWAZIN SED SALÊN DÎ JÎ KURD KOLE BIMÎNIN'

    Ayşe Acar Başaran got: "Di Rewşa ekonomî têk çûye û şer lê serdest e ne mimkûn e ku referandûmek pêk bê. Ne mimkûn e ku di van şert û mercan de bê bicihkirin. Dixwazin sed salê dîn jî kurd kole bin. Ew dibêjin îro roja 'hebûn û tunebûna me ye' Em kurd jî her wisa dibêjin 'Ji bo me jî roja hebûn û tinebûnê ye." 

    MIJARA GUHERTİNA DESTÛRA BINGEHÎN 2011 de DEST PÊ KIR

    Hevdîtinên Destûra Bingehîn yên di meclîsa Tirk de ji sala 2011an û vê de berdewam dikin. Di destpêkê de ji bo ku destûrek ya demokratîk bê avakirin di ûnîversîteyan de hat nirxandin, ji bo nêrînên xelkê bên girtin komcivîn li gund û bajaran hat kirin. Komîsyon di bin serokatiya Cemîl Çîçek de bi dezgehên sivîl re hevdîtinan kir. Di salên destpêkê de kar û barên derbarê nûkirina destûra bingehîn de bi awayekî asayî û bi riyên demokratîk berdewam dikir. Di dema hevdîtinên destûrê de hikûmetê gaveke dî avêt û prosesa çareserkirina doza kurd da destpêkirin. Lê di salên dawî de, şerê li Suriyeyê rû da û pêvajoya aştiyê ya di navbera hikûmet û dezgehên kurdan de jî xerab bû. Hikûmeta AKP "Sîstema Serokatiyê ya Tirk" anî rojevê û krîza di navbera partiya desthilatdar û opozîsyonê jî dest pê kir.

    'BI HEWLDANA KODETAYA FETOYÊ HEMÛ RIYÊN DEMOKRATÎK HAT GIRTIN'

    Hikûmetê herî dawî rastî êrîşa rêxistina terorî ya binavê FETO hat ku hewldanek ya ji bo destdanîna ser îradeya dewletê bû û ji aliyê hemû derdorên demokratîk ve hat şermezarkirin. Lê dîsa jî rengê siyaset û karên guhertina destûra bingehîn ji wê rojê û pê de ket merheleyeke dî. Bi sedhezaran mirov esker û karmendên dewletê, piştî hewldana kodetayî ya FETOyê hatin binçavkirin, bi sedan dezgehên sivîl ku zêdetirên wan di hevdîtinên destûra bingehîn de hikûmet serî li nêrînên wan jî dabû, tev hatin girtin. Di vê serdemê de bi sedhezaran mirov bê îş man. Operasyonek mezin li dijî HDP çêbû. Serok û rêveberên HDP yê gelekên wan hatin girtin. Hikûmetê dest danî ser Şaredariyên girêdayî HDPê. Partiya opozîsyonê CHP jî bi tawana: "Sîstema parlementer ya ku ji aliyê demezirînerê komara Tirk Mustafa Kemal Atatûrk ve hatiye avakirin xerab dike" Bi israr sîstema serokatiyê red dike. Tirkiye di nav van şert û mercan de Destûra xwe diguherîn e.

    DI KOMÎSYONÊ DE HERÎ ZÊDE PARLEMENTERÊN AKPÊ HENE

    Komîsyona Bingehîn ya Meclîsê ji 26 parlementeran pêk tê. 15 endamên vê komîsyonê ji Partiya desthilatdar AKPê ne. 6 parlementer ji CHP 3 parlementer jî ji HDPê dixebitin. 2 parlementer jî ji MHPê ne. Destûra Bingehîn di bin 18 sernavên cida cida de hatin guftigokirin û di van rojên dawî de ji aliyê parlementerên Meclîsa Tirk ve tê dengdayîn. Lê 12 parlementerên HDPyî ji ber ku di hepsê de ne beşdarî vê dengdayînê nabin. Partiya Opozîsyonê MHP ji ber sedemên cûr be cûr pişgiriyê dide AKPê ku daxwaziyên wan ji parlementoyê derbas bibe. Madeya herî serek ya di Meclîsê de tê dengdayîn Sîstema Serokatiyê ye. Sê xalên serek ku di destûra bingehîn de cih digirin, serdestiya nijada Tirk, ale û axa wê diparêz in ji aliyê tu partiyan ve nayê guftigokirin.

    Bi guhertina Destûra Bingehîn dê sere dewletê û birêvebirê wê Serokomar be. Serokomar di heman demî de serê partiya xwe be jî. Sere dewletê dê birêveberî be û sere rêveberiyê jî Serokkomar Serokomar di heman demî de dê sere partiya xwe be. Dê alîkar ên Serokomar, wezîr bin û wezîr ji aliyê Serokomar ve bên hilbijartin. Partiyên ku herî kêm ji sedî 5 deng wergirtin e dê encax bikaribin ji bo serokomariyê namzetan deynin. Raiya giştî li bendê ye ku bê dengdayînên di meclîsê de dê berbi ku ve biçin.

    Bi heman mijarî:

    Canikli: "Hetanî 18-20 rojan wê hevdîtinên Destûra Bingehîn biqedin"
    Hevdîtinên Destûra Binhegîn roja duşemê li parlamentoyê destpê dike
    Peşniyara Destûra Bingehîn li komîsyonê hat qebûlkirin
    Di guhertinên destûra Tirkiyê de madeya 'Parlamentariya Yedek' betal bû
    Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya Destûra Bingehîn nehat qebûlkirin
    Guherîna Destûra Bingehîn îro li parlamentoyê destpê dike
    Gotûbêjên pêşniyara guhertinên destûra Tirkiyê 20ê mehê dest pê dikin
    Etîketan:
    Meclîsa Tirk, Ayce Acar Başaran, Cemîl Çîçek, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de