09:44 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan

    Di Roja Rojnamevanên Dixebitin de zêdetirên rojnamevanan bê kar man e

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 14101

    Li Tirkiyeyê Rojnamevanên ku dixebitin Cejna Roja Rojnamevanên Dixebitin pîroz dikin. Lê ji ber rewşa aloz ya salên dawî de bi sedan dezgehên ragihandinê girtî ne û bi hezaran rojnamevan bê kar man e. Çend rojnamevanên di dezgehênn cûr beb cûr de dixebitin û yên bê kar vê rojê ji bo Spûtnîk Kurdistanê nirxandin.

    Li Tirkiyê her sal roja 10ê meha Rêbendanê weke "Roja Rojnamevanên kar dikin" tê pîrozkirin. Di dîroka Tirkiye bi dayîna hin mafan di sala 1971-ê de ev roj diyariyi rojnamevanan hatiye kirin. Lê ji ber şertên dijwar yên salên dawî de rojnamevanên kar dikin hejmara wan gelek kêm bûne.Li Tirkiyeyê ji ber rewşên aloz yên siyasî, ji ber Qerarnameyên di Hukmê Qanûnan de, ji ber qerarên derveyî hiqûqê, bi sedan rojname û dezgehên ragihandinê hatine girtin. Bi hezaran rojnamevan jî bê kar man e. Heta dezgehên sivîl ku van agahiyan berhev dikin jî bi van qeraran hatine girtin. Di rewşek wisa de pîrozkirina vê rojê me ji çend rojnamevanên bê îş û ji çend rojnamevanên Kurd ku li Tirkiyeyê kar dikin pirs kir. Rojnamevanan rewşa karkirina yan jî nekarkirina rojnamevaniyê nirxand.

    Nivîskar Rojnamevan Cafer Solgun
    © Foto: facebook
    Nivîskar Rojnamevan Cafer Solgun

    Cafer Solgun Nivîskar Rojnamevan\"Îro roja Rojnamevanên dixebitin e. Divê îro rojek wisa be ku em wateya, pêwistiya û giringiya rojnamevaniyê bi hev dû re parve bikin. Di demokrasiyek rastîn û baş de, divê maf û azadiyên xweîfadekirinê berfireh be. Di rojên wisa de em vê giringiyê zêdetir bibîr tînin. Lê mixabin em îro ne di wî rewşê de ne ku em roja"Rojnamevanên dixebitin" pîroz bikin. ji ber ku di demên dawiyê de bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin, bi hezaran rojnamevan îro bê îş in. Nêzî 150 rojnamevan û nivîskar jî di hepsê dene. Em bêriya wan rojên pîrozkirina van rojan dikin."

    Peyamner\Wênekeş Alî Öz
    © Foto: Facebook
    Peyamner\Wênekeş Alî Öz

    Alî Oz rojnamevan û fotografgerek e ji sala 1982an û vê de. Ew di salên 1990an li Cizîr û Nisêbînê rojnamevanî dikir.  "Êdî ji bo min tu wateya vê rojê tune ye. Îro ji ber rejîmê li Tirkiye rojnamevanî hatiye kuştin. Medya di nav teqanê de ye. Em di dinyayeke pir qirêj de dijîn. Tam 25 salan ez li pey nûçeyan çûm tev ji bo xizmeta vî welatî bû, li baniya otelekê, ez rastî gulebaranê hatim, li Cizîr û Nisêbînê rojnamevan li ber çavên min hatin kuştin.Lê îro rewşa rojnamevaniyê teqan û binketî ye."

    Rojnamevan Derya Goregen
    © Foto: Facebook
    Rojnamevan Derya Goregen

    Derya Goregen\ Rojnamevanek bê îşe — "Îro roja rojnamevanan e. Le ji bo min îro ew roj naye tu wateyê. Ji ber ku van rojên dawi de, gelek rojnamevan li Tirkiyeyê hatin binçavkirin, girtin ji kar hatin derxistin. Bi dehan tv, radyo û rojname li ser daxwazên desthilatdaran hatin girtin. Ji ber vê jî ez xemgin im ku rewşa rojnamevaniyê gelek xerab e. Girtina dezgehên ragihandinê ji bo civakê, ji bo demokrasî, azadiya fikir û ramanî her wiha ji heqîqetê xetereyekk mezin e.

    Ez vê heviye de me ku karên rojnamevaniye ji hêla rojnemavanan bê mezinkirin. Ji aliyê civakê ve rojnamevan bên bihêzkirin. Jı ber ku çapamaniya azad, pêwistiyek giring ya civakê ye."

    Peyamner \ Nivîskar Eyyup Demir
    © Foto: Facebook
    Peyamner \ Nivîskar Eyyup Demir

    Eyyûp Demir, Nivîskar-Rojnamevan\ "Her rol taybetmendîyeke xwe heye, ev roj jî ji bo hemû rojnamevana girînge, lê ji bo Kurdan rastî girîngtire. Mixabîn zor rojnamevanê Kurd li ber karê rojnamevanîyî di girtingeha de ne, an jî rojnamêyên orjîna wan Kurdin, di bin tehdîta qedexebûnê de ne. Ji bo vê jî bivê nevê mirov dilxoşî û dil tengîyê yek careke de dije. Lê alîyekî de jî dilxweşîn ku rahgihandîna Kurd her ku diçe pêş dikeve. Di demeke wiha da azadbûna rojnamevana zor girîng e. Lê mixabîn dewletên otorîter, destûr nadin ku rojnamevan karê xwe bi cîwanî bikar bînin. Her çi dibe bila bibe ev roja rojnamevana ji bo karekî pîroz girînge. Hêvî dikim ku hemû rojnamevan bi dilekî azad bikaribin karê xwe cîbicîbikin.

    Peyamner\Pêşkeşvan Şewket Herkî
    © Foto: facebook
    Peyamner\Pêşkeşvan Şewket Herkî

    Şewket Herkî/ Peyamner — "Rojên weke 10ê çileyê ku weke " Roja rojnamevanên karbidest" hatiye ragehandin û çend rojên din yên weke vê rojê, êdî nabine derfeteke ku kêşe û arîşeyên çapemeniyê û xebatkarên vê kertê bêne çareserkirin. Belkû em di van rojan de tenê dikarin behsa kêşeyan bikin. Mijara sereke bo çapemeniyê peywendiyên wê yên bi desthilatê re ne ku ev peywnediye jî gellek caran dibe bingehê kêşeyan. Eger em bi kurtî behsa rewşa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta li seranserî Kurdistanê bikin; Rewşa siyasî û civakî yekser bandorê li ser rewşa çapemenî û rojnamevanan jî dike. Ji ber ku rojnamevan jî beşek e ji civakê.. Îro dibe ku bibe derfetek bo bibîrxistina pirsgirekên çapemeniyê, lê ez ne bawerim ku heta meseleya çapemeniyê û peywendiyên wê di gel desthilatê nehên safî kirin, meşakilên heyî jî çareser bibin."

    Pêşkeşvan\Rojnamevan Bedran Dere
    © Foto: Facebook
    Pêşkeşvan\Rojnamevan Bedran Dere

    Bedran Dere- Rojnamevan-Pêşkeşvan- "10ê çileyê tenê li Tirkiyê weke roja rojnamevanan tê zanîn. Azadiya çapemeniyê ya pistî darbeyên eskerî tê pîroz kirin. Tirkiye buhuşta darbekaran e, dojeha demokrat û muxalifan e. Weke kevneşopiyekê her 10 salan carekî li vî welatî darbeyên eskerî pêk tên. Di her carî de herî kêm bi qasî demokrat û muxalifan, derdorên ku ji zexta darbekaran para xwe digirin rojnamevan in. Di darbeya îro ya li Tirkiyê de cudahiyek heye. Darbe îjar ne eskerî, lê sivîl e. Darbekar ji diziyê bigire heta komkujiyan, ji wêrankirina bajarên Bakurê Kurdistanê bigire heta alîkirina çeteyên li Rojhilatanavîn pir cure bêqanûniyê dike. Rojnamevanên ku ev neheqî nivîsandin ji wan zêdetirê 160 kes îro di zîndanan de ne. Zêdetirê 200 kes ji wan revîn derveyê Tirkiyê. Piraniya dezgehên çavkaniya çapemeniya kurdî hatin girtin. Sîyasetmedarên ku daxuyanî didan çapemeniya kurdî hatin girtin. Ev li dera han, ji xwe di nava me kurdan de jî bi têra xwe pirsgirêkên navxweyî hene. Di şertên îro de di şûna pîrozkirina 10ê çile roja rojnamevan de, divê em xebatkarên çapemeniya kurdî, ji herçar perçeyên kurdistanê û ji dezgehên her hizbî, bi awayeke lezgîn di kongreyeke awerte de li hev bicivin û prensîbên medya û çapemeniya xwe bigînin sitandartekî. Pêdiviya xebatkarên çapemeniya kurdî bi sendika û bi rêxistineke sivîl ya serbixwe heye. Heta ev pêk neyê bi rojnamevanên navnetewî re danûstendin zehmet e. Çêbe jî encam nade. Di siyaseta navxweyî de, di nava rêxistinên kurdî de divê mafê destnedanê bi gotineke din mafê parêzbendiyê yê rojnamevanan were misoger kirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji destpêka şer ve 455 rojnamevan hatin kuştin
    Li Stenbolê 6 Rojnamevan 2 roj in di bin çavan de ne
    Di operasyonên Amed û Stenbolê de rojnamevan hatin binçavkirin
    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'
    Rojnamevan Husnu Mahallî hat girtin
    Rojnamevan Husnu Mahallî rakirin nexweşxanê
    Etîketan:
    Rojnamevan, Şevket Herki, Bedran Dere, Eyüp Demir, Derya Goregen, Cefer Solgun, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de