09:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Elî Ewnî

    'Ziyareta Bînalî Yildirimî serkeftina dîplomasiya Kurdistanê ye'

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 201 0 0

    Alî Awnî Endamê Meclîsa Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê, ziyareta Serokwezîrê Tirk Yildirimî û Serokê Fransayê Fansçois Hollandeî nirxand û got:"Ziyareta wan herdû lîderan, ji bo Kurdistanê serkeftina dîplomasiya Kurdistanê ye." Awnî pêşketinên siyaseta kurd û sala 2017an ji bo Spûtnîk Kurdistanê nirxand.

    Endamê Meclîsa Serokatiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê Alî Awnî, ziyareta Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirimî ya ber bi Herêma Kurdistanê ve nirxand û got:" Ziyareta herdû lîderan jî, ji bo dîplomasiya Kurdistanê serkeftinek e. Pêdiviya Kurdistanê bi Turkiye re heye, pêdiviya Turkiye jî bi Kurdistanê re heye."

    'TURKIYE JI BO ME CÎRANEKE GIRING E'

    Alî Awnî Endamê Meclîsa Serokatiya PDKê pirsên Spûtnîk Kurdistanê bersivand û destnîşan kir, di destpêka sala 2017 de hatina Serokê Fransayê Fransuwa Oland û Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirimî ji bo Kurdistanê serkeftine di aliyê dîplomasiyê de. Wî bibîr xist Herêma Kurdistanê bi riya siyaseteke nerm Alaya Kurdistanê li Koşka Çankaya danî ji aliyê bazirganî de jî gavên mezin avêtin û wiha berdewam kir:"Turkiye cîranekê giringe ji bo me. Em dixwazîn peywendîyên me digel cîranên me bi rêzgiritina serwerîya dû alî be. Diyare wan pêwîstî bi Kurdistanê heye û Kurdistanê jî pêwîstî bi Turkîye heye"

    DI SALA NÛ DE METIRSIYA DAIŞÊ JI KURDISTANÊ DÛR DIKEVE

    Alî Awnî her wiha sala nû ya ji bo bidesxistinên kurdan jî nirxand û got:"Dî vê sala nû da metirsîya DAIŞê li ser Kurdistanê dûr dikeve. Hikûmeta Kurdistanê dest bi hin reforman kiriye ku bi van reforman dê rewša aborî baştir bibe, hêdî hêdî çelengîyê bazirganî yê jî zêde bibe. Ji ber vê ye em ji sala 2017an bi hêvî ne."

    'SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI BO ÇAR WELATÊN DAGIRKERAN JÎ PÊNGAVEKE BAŞ E'

    Alî Awnî pêşbiniyên xwe bo sala 2017an ya ji bo Herêma Kurdistanê jî ragihand û da zanîn dê di nava îsal de li Herêma Kurdistanê hilbijartin pêk bên û dê hikumet û parlemana Kurdistanê bi van hilbijartinan çalak bin. Awnî got: "Ev sale dan û standinên ku di navbera me û hikûmeta Îraqê de dest pekirîye li ser serxwebûna Kurdistanê dê bigehin encamê. Serxwebûna Kurdistanê bo her çar welatên dagîrkarên Kurdistanê jî pengaveke başe."

    'DIVÊ ŞENGAL NEBE MEYDANA HESAB Û ŞERÊ CÎRANAN'

    Endamê rêveberiya PDKê Alî Awnî her wiha peywendiyên PDK yên bi PKKê re jî nirxand û da zanîn, wek ku Berdevkê hikûmetê Safîn Dîzayî jî erê kiriye PDK û PKK derheqê valakirina Şengalê de gihiştine tifaqê û wiha got: "Li ser rewşa Rojavaya Kurdistanê me bi PKKê re sê caran rêkeftin kiriye, lê piştî ku ew zivîrîne cihên xwe van îmzeyan piştguh kirine. Em hêvî dikin bêyî xulkandinek dijwarî û nexweşiyê PKK ji Şengalê derkev e û bila Şingal nebe meydana hesab û şerê cîranan."

     

    Bi heman mijarî:

    Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
    Geverî: Ne mimkûn e ku krîzek di navbera PDK û PKKê de rû bide
    PDK: Divê PKK bi rêya aştîyane ji Şingalê derkeve
    PDK-Î: Êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK serdana Eniya Tirkmenan kir
    PDK: Ti pirsgirêka me bi ti aliyekî siyasî yê Rojavayê re tine
    Etîketan:
    PDK, François Holland, Alî Awnî, Bînalî Yildirim, Holland, Şengal, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de