16:34 22 Hezîran 2018
Berf - Stenbol

Berfa ku ev sê roj in Stenbolê dîl girtiye sekn û hedan nizane

© Sputnik / Emine Çelebî
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Ji ber barîna berfê li Stenbolê ev sê roj in jiyan hatiye asta sekinandinê. Li hin ciyan dirêjahiya berfê ser metroyekê bilintir e.

Berfa ku dibare ev sê roj in Stenbolê û bajarên li derdorê Balikesir, Yalova, Çanakkale û Bûrsayê dîl girti ye.

Gelek rêyên Gundan li herêma Trakyayê girtî ne. Her wiha şertên çûnûhatina nav bajaran jî di dijwar e. Seferên metro, keştî, otobus û balafiran di asta sekinandinê de ne.

LI STENBOLÊ SIBÊ JÎ DIBISTAN GIRTÎ NE

Waliyê Stenbolê ji bo rojekê dibistanan betal kiribû, sibê jî dibistan ji aliyê Walitiya Stenbolê ve hat betalkirin. Her wiha li bajarên derdorê Yalova û Balikesîrê ji bo roja sêşemê agahiya betalkirina dersan hate ragihandin. 

BUHAYÊN FÊKÎ Û MASIYAN JI SEDÎ SED ZÊDE BÛN

Ji ber şertên hewayê hilberîna fêkî û girtina masiyan jî ket nav rewşeke dijwar de. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya tirk AA yê li marketên li Stenbol û bajarên derdora wê, bûhayên gelek fêkî û masiyan ji sedî sed-duset zêde bûne.

Li gorî agahiyên Midûriyeta Meteorolojiyê ragihandine dê heya roja pênçşemê gav bi gav berf û hewa sar berdewam be. Ji ber vê divê kesên ku derkevin derve baldar bin.

 

Bi heman mijarî:

Li bajarên Kurdan berf bariya
Etîketan:
AA, Yalova, Çanakkale, Bursa, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de