02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Şaradariya Amedê - Şaradariya Bazarê Mezin a Amedê- Lamassû

    Bi hinceta 'bergirtina 'pûtperestiyê' Peykerên Lamassûyê li Amedê hatin rakirin

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 4150

    Qeyûmên Amedê peykerê li ber deriyê Şaredariya Amedê bi sebeba ku "Peyker baweriya pûtperestiyê di nav civakê de bi cih dikin" ji wê derê rakir.

    Lamassû ku bi zimanê Akadî tê wateya "parêzvan" ji aliyê şaristaniyên Mezopotamyayê ve bi taybetî li ber deriyên bajar û qesran dihate bicihkirin û bawerî pê dihat anîn ku bajar ji aliyê Lamassuyan ve dihatin parastin.

    Mînakên wê li Kalhora (Nimrûdê) hene ku ji şaristaniya Asûrî ya di nav sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye. Vê dawiyê peykerên Lîmassuyê ji cihê wî rakirine û birine Mûzeya Brîtanî(British Museumê).

    Pêşmerge
    © Flickr/ kurdistan4all

    Gava mirov bi baldarî li Lamassûyê binêre, ferq dike ku ew sfenks e. Sfenks candarekî wiha ye ku ji parçeyên cuda cuda yên candarên cûr be cûr hatiye çêkirin. Candareke wiha ye ku teriya wî ya gamêş e, laşê wî yê şêran,perên teyrê pê ve ne û serê wî jî yê mirovî ye.

    Her yek ji van parçeyan sembola elementekî xwezayê ye. Ax, av, hewa û agir. Lamassû di serdemên Asûriyan de xwedî taybetiyeke sembolîk bûye jî. Ji aliyekî ve semboleke wiha ye ku bi wan elementan xweza tê fêmkirin û ji aliyê din ve jî, rûhiyet, felsefe û hestên mirovî pê tên fêmkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser çiyayê Şingalê peyker!
    Etîketan:
    Şaristaniyên Mezopotamyayê, Akadî, Asur, Mezopotamya, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de