17:45 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Nuray Mert

    "Polîtîkayên Tirkiye ya ji bo kurdan hemû riyên çareseriyê dixitimîn e"

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 5110

    Nuray Mert nivîskara rojnameya Cumhuriyetê mijara kurdan aniye ser quncika xwe ya îro û balê dikişîne ser siyaseta Tirkiye ya ji bo kurdan. Mert di nivîsa xwe de dibêje: Polîtikaya Tirkiye ya kurd hemî riyên çareseriyê dixitimîn e."

    Nivîskar Nûray Mert li ser hemla xendekkolanê ya HDPjî dibêj e:"Bi polîtîkaya xendekolandinê PKK xwest ku şerek ya di nav gelan çêbike, lê bi girtina 12 birêvebirin HDPê negihişt armanca xwe, bila tu kes xwe nexapîn e, ji ber ku bi milyonan sempatîzanên vê partiyê hene, we siyasedmedaran xist hepsê, lê hunê çi bikin ji van sempatîzanan."

    Nivîsa Nûray Mertê ya bi sernava "Ziyareta Iraqê û doza Kurd" hatiye weşandin, analîzek li ser siyaseta kurdan e.

    Mert dibêj e Tirkiye bi Barzanî re derneket serî, niha bi El Ebadî re diceribinîne, lê siyaseta şaş dê ji Bexdayê jî vegere.

    Nivîskar Nuray Mert di quncika xwe de balê dikişîne ser polîtîkaya Tirkiye ya salên dawî de ku li ser kurdan dimeşîne. û dibêje:"Tirkiye bi salan e siyaseta xwe ya ji bo PKK, Barzanî yan jî grûbên sûnnî de dimeşîn e, lê çênabe. Her diçe mijar kurtir dibe û bi vî awayî dernakev e serî. Bi salan e Tirkiye ji bo doza kurd Herêma Kurdistanê tercih dike,her wiha di sala 2015an de eskerên xwe şand Başîkayê ji bo vê meseleyê qeyranek bi hikûmta Baxdayê rûda. Niha jî arîşeya PKK PYDê daniye navenda siyaseta xwe û karîgeriya vê siyasetê li siyaseta hundirîn û ewlehiyê ya Tirkiiyeyê dide.'

    Nuray Mert balê dikişîne ser giringiya prosesa aştî û çareseriyê ku di salên borî de mijara serekk ya kurdan bû û wiha dibêje:"Dê arîşeyên me bi riya diyalgoê bi riya aştiya civakî bihata çareserkirin. Ev hem ji bo siyaseta navxweyî, hem jî ji bo ya herêmî xwedî cihek giring bû. PKK bi siyaseta xwe ya xendekan têk çû û ji civakê pişgrî negirt. Lê bila tu kes xwe nexapîne ku bi milyonan sempatîzanên PKK li vî welatî hene.

    Ka dê emê çi bikin ji wan." Mert amaje kir ku riyên çareseriyê ji ber FETOyê hatine sekinandin û wiha got:"Em ji bîra nekin, prosesa çareseriyê ji aliyê rêxistina terorî ya FETOyî hate sekinandin. Niha berpirsiyarên wan di hepsê de ne, lê em dikarin bêjin ku ji bo doza kurdan FETO gihişt armanca xwe. Qe nebe divê Tirkiye vê mijarê bîne berçavan. Hem siyaseta me ya navxweyî, hem jî ya herêmî, bi vê mijarê re hatiye asta girêkê. Girtina siyasetmedarên kurd hem di hundir de hem li derve riya siyasetê dixitimîn e."

    Nûray Mert di nivîsa xwe de dibêje:"Her çend em bêjin meseleya kurd ne meseeya PKKê ye jî, lê meseleyek ya kurdan heye û çareserî ne di polîkîtayên ewlehî û eskerî de ne. Çareserî bi tifaqên hundir û derve mimkûn e."

     

    Bi heman mijarî:

    Cumhuriyet: "Em teslîm nabin"
    Etîketan:
    PKK, HDP, Barzani, El Ebadî, Nûray Mert, İraq, Herêma Kurdistanê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de