08:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Rojnamevan Amberin Zaman

    Midûriyeta Enformasyonê qerta rojnamevaniyê ya Amberîn Zaman betal kir

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Midûriyeta Giştî ya Enformasyona Tirk, bi tawana "Li dijî ewlehiya netewî tevgeriyaye û sempatiya wê ji rêxistin û grubên terorîst re heye" qerta rojnamevaniyê ya Amberîn Zaman betal kir.

    Tora medyayê ya binavê "Diken" ku di heman demî de Amberîn Zaman Nûnerê wê ya Washintonê ye ragihand ku Midûriyeta Enformasyonê qerta rojnamevaniyê ya Amberîn Zamanê betal kiriye.

    Midûriyet di daxuyaniya xwe de Zamanê bi dijberiya dewleta Tirk tawambar kiriye û cih daye gotinên wek:"Li derveyî welat, her fersendê de li dijî Tirkiye nivîsan dinivisîne û milet ber bi kîn û dijminahiyê ve dikişîne. Her sempatiya wê li gel rêxistinên terrorist heye."

    Li gorî nûçeyê Midûriyeta Enformasyonê peyvên Amberîn Zaman yên li ser Twîtterê nirxandiye û gotiye ku "Hêza herî serkeftî ya li dijî Daîşê kurd in. Ger hun ji wan wek xayîn jî binav bikin lê ev rastî naguhere." Van peyvên Zamanê jib o Midûriyeta Enformasyonê wek helwestek ya li dijî dewletê hatiye nirxandin. Midûriyetê di daxuyaniya xwe de gotiye:"Sempatiya wê li gel rêxistina terorî" heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Ahmet Şik hat binçavkirin
    Li Stenbolê 6 Rojnamevan 2 roj in di bin çavan de ne
    Di operasyonên Amed û Stenbolê de rojnamevan hatin binçavkirin
    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'
    Rojnamevan Husnu Mahallî hat girtin
    Rojnamevan Sanri: Deshilatiya Komarîyan ji bo Kurdan derfet e
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de