11:32 21 Îlon 2017
Zindî
    ahmet Turk

    Ahmet Turk: Gazincên min ji tenduristiyê wêdetir ji hiqûqê ye

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Şaredarê Merdînê Ahmet Turk bi riya parêzerên xwe nameyek şand û diyar kir ji rewşa tenduristiyê zêdetir, ji rewşa hiqûqê wî aciz dike.

    Ahmet Turk Şaredarê Bajarê Merdînê ku ev demek e di hepsa Silivrî de ye, bi riya parêzerên xwe nameyek ji raiya giştî re şand. Turk ji bo gotin û nûçeyên derheqê rewşa tenduristiya xwe de got: Belê gazincên min hene, lê ji rewşa tenduristiyê wêdetir ji bo rewşa hiqûqê gazincên min hene ku bi sedhezaran mirov bûne qurbaniyên sîstemeke dîktarorî."

    Ahmet Turk her wiha bibîr xist rewşa hepsê rewşek ya tecrîdkirinê ye tenê du kes di hucreyekê de dimînin. Turk di maneya xwe de cih da van gotinan: "Li Tirkiyeyê ji bo ku riya dîktatoriyê bê vekirin kesên demokrat û şoreşger bi şertên dijwar tên sizakirin. Lê dê rojekê hesaba vê zilmê ji aliyê gelên Tirkiye ve bê pirskirin."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Dadê derbarê rewşa Ahmet Turk de daxuyanî da
    Parêzera Ahmet Turk: Divê ew bi lez û bez bê emeliyatkirin
    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Etîketan:
    Ahmet Turk, Merdin, Silivri
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de