20:53 18 Mijdar 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    Operasyonên ji bo qetlîama Raînayê didom in

    © Foto: AA
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li Navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsînên qetlîama Clûb Raînayê ya li Otakoyê de, operasyon hat lidarxistin.Hêzên taybet di seyare û malên çend kesên ji Rohilata Tirkîstanê ne lêkolîn kir û gelekên wan girt binçavan.

    Hêzên taybet yên girêdayî polîs û cendermeyên şevêdî li Siliviriya Stenbolê operasyonek hevkar derbarê qetlîama Raînayê de pêk anîn. Nûçe di dezgeha fermî ya Tirkiye AAyê de hat belavkirin.

    Ajansê hejmara kesên hatine binçavkirin neda lê li gorî agahiyan çend şikbar di çarçoveya vê oparasyonê de mal û seyareyên wan hatine lêkolînkirin û ew bixwe ji Rojhilata Tirkîstanê ne hatine binçavkirin.

    Wek tê zanîn duhî jî li Îzmîrê operasyonek di vê uçarçoveyê de hatibû kirin û 10 kes li wir hatibûn binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Zeytînburnuya Stenbolê li ser êrîşkarê Reînayê operasyon dest pê kir
    Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
    Etîketan:
    Raina, AA, Raina, Silivri, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de