08:37 26 Îlon 2017
Zindî
    Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan

    Ji bo Tuncer Bakirhan hevşaredarê Sêrtê 114 sal ceza tê xwestin

    © Foto: Youtube
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 2201

    Ji bo hevşaredarê bajarê Sêrtê Turcer Bakirhan ê DBPyî Tuncer Bakirhan dozger 114 sal ceza dixwaze.

    Îdianameya derbarê hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ku ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve hatibû amadekirin ji hêla dadgeha Sêrtê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de bi îdiaya ku 18 caran 'propagandeya rêxistinê' kiriye, 2 caran bi îdiaya ku 'civîn û meşen dijyaseyî lidar xistiye û birêve biriye' û bi îdiaya 'endamtiya rêxistina terorê' 114 sal ceza ji bo Bakirhan tê xwestin.

    Bakirhan di îfadeya xwe de gotibû ku: "Di dema erk amin a şaredariyê de ez li bajarê Sêrtê beşdarî bi hezaran cenazeyan bûm. Cenazeyên ku ez beşdarî merasîma wan bûm, bêyî ku lê binerim bê ereb, tirk, kurd an jî ji miletekî din e, yan jî li çawaniya nêrîna wî ya siyasî, wesayitên cenaze hate bikar anîn. Min jî hewl da ku ez bêyî cudakariyê bikim beşdarî van cenazeyan bibim."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Hevşaredarê Sêrtê Tuncel Bakirhan daxwaza girtinê
    Hevşaredarê Mahsertê Tekin jî di nav de 4 kes hatin girtin
    Hevşaredarê Şaxê Bartu jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin
    Hevşaredarê DBPyê Alî Aydin hat desteserkirin
    Hevşaredarê DBPê yê Motkanê Birlik hate desteserkirin
    Hevşaredarê Wêranşarê Cin hate desteserkirin
    Hevşaredarê Xelfetiyê hate girtin
    Etîketan:
    cezayê girtîgehê, Şaredariya Sêrtê, Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê, DBP, Tuncer Bakirhan, Sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de