15:58 20 Îlon 2017
Zindî
    Li bajarê Konyayê banê holika bazarê hat xwarê: 4 kes birîndar bûn

    Li bajarê Konyayê banê holika bazarê hat xwarê: 4 kes birîndar bûn

    © Foto: Twitter
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li navçeya Akşehir a Konyayê yê Tirkiyê li ciyê bazarê holika ku ber li ser kom bibû hat xwarê. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

    Banê bazara kirîn û firotinê ji ber berfa zêde di saetên sibê de hat xwarê.

    Hin welatî û karkerên bazarê di bin berfê de man. Li ser bihîstina bûyerê gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê û dest bi rizgarkirina kesên di bin berfê de mane kirin.

    Qaymeqamê Akşehirê Yalçin Sezgin diyar kir ku 4 kes di bin berfê de bûn û hatine derxistin. Li gorî daxuyaniya Sezgin ev kes rakirine nexweşxaneyê. Tê texmînkirin ku kesekî din di bin berfê de mabe û xebata rizgarkirina wî berdewam dike.

    Etîketan:
    birîndar, rûxandin, bazar, berf, Yalçin Sezgin, Tirkiye, Akşehir, Konya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de