01:17 26 Îlon 2017
Zindî
    drapeau du Kurdistan

    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 27340

    Partiyên siyasiyên kurd, li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya berî niha eyamekê, qeyranên siyasî û darayî guftigo dikin. Li gorî agahiyên Rojnamevan Faysal Dağli dane, kurdan êdî peyva birakujiyê ji rojeva xwe derxistine û niha ji bo tifaqeke di nav hewldanan de ne.

    Wek tê zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî niha eyamekê derbarê qeyranên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê de, xwestibû partî û dezgehên siyasî yên Herêmê li hev kom bibin û çareseriyek ji bo arîşeyên Herêmê bibînin. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên navbera partiyên siyasî de berdewam dikin.

    Her wiha naveroka hevdîtinên PDK û PKK yên derheqê rewşa Şengalê de jî hêdî hêdî aşkere dibin.
    Li gorî agahiyên rojnamevan Faysal Dağli dane, partiyên li Herêma Kurdistanê ji bo qedera kurdan diyar bikin, ev demek e di nav hewldanan de ne. Her wiha PKK û PDKê li ser hin xalên serek gihiştine tifaqeqê.

    'PARTIYÊN LI HERÊMA KURDISTANÊ LI RÊYEK ÇARESERIYÊ DIGERIN'

    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Independend Media Platform IMP Faysal Dağli beyanatek da Spûtnîk Kurdistanê û da zanîn partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê Goran, YNK, PDK û partiyên Îslamî, ji bo qedera kurdan diyar bikin li Herêma Kurdistanê ev demeke komcivînan çêdikin.

    Rojnamevan Nivîskar Faysal Dağli
    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojnamevan Nivîskar Faysal Dağli

    Rojnamevan Dağli wiha got: "Partiyên kurdan ev demek e ji bo rêdîtinekê, ji bo lihevhatinekê, ji bo îtîfaqeqê li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dikin, mijarên wan yên serek, serxwebûna Herêma Kurdistanê, qeyrana siyasî û qeyrana darayî ye."

    PDK Û PKK DERBARÊ ŞENGALÊ DE GIHİŞTIN TIFAQÊ 

    Her wiha Dağli bibîr xist, hefteya borî PKK û PDK jî ji bo rewşa Şengalê li hev kom bûne û gihiştine qerarekê. Li gorî qerara herdû aliyan dê HPG ji Şengalê derkev e, lê YBŞ û YJŞ dê li wir bimînin. Li gorî agahiyên ku Dağli da, di hevdîtinê de mijara Peşmergeyên ROJ ên Rojavayî hatiye guftûgokirin û dibe ku ev hêz beşdarî nav hêzên YPGê bibin. Dağli hefteya borî mijar anîbû ser rûpela xwe ya li IMPê jî û li wir çend agahiyên piştperdeyê yên derbarê hevdîtinên partiyên siyasî yên kurd de dabûn.

    'MIJARA BIRAKUJIYÊ JI ROJEVA KURDAN DERKETIYE'

    Dağli got ku dîroka kurdan bi trajediyên mezin yên birakijuyê ve tije ye, lê rewşa civak û erdnîgariya Kurdistanê êdî rê nade birakujiyê û wiha berdewam kir: "Dibe ku di medyayê de zêde cih negir e, lê herdû alî di demên elzem de hevdîtinan dikin. Êdî civak û erdnîgariya kurd rê nade ku di navbera kurdan de şerekî birakujiyê pêk bê. Ji ber vê ye rojên borî PKK û PDK li hev kom bûn ji bilî beyankirina niyetên xwe, herdû alî li ser hin xalan lihev hatin." Faysal Dağli diyar kir ku desthilatdarên kurd her çend di medyayê de li hemberî hev bi zimanên tund biaxifin jî, lê li pişt perdê hevdîtinên wan yên ji bo tifaqê û ji bo diyarkirina qedera kurdan bi awayekî pozîtîf her hene.

    'LI ŞENGALÊ DÊ HÊZÊN ÇEKDAR ÊN YJŞ Û YBŞ BIMÎNIN' 

    Di çarçoveya vê tifaqê de YJŞ û YBŞ ku hêzên nêzî PKKê ne û ji xelkên Şengalê pêk tên dê heta demekê li Şengalê bimînin. Ev herdû hêz piştî demekê jî dê beşdarî artêşa fermî ya Herêma Kurdistanê bibin.

    'DIBE KU PEŞMERGEYÊN ROJ BEŞDARÎ YPG BIBIN'

    Li gorî beyanata rojnamevan Faysal Dağli herdû aliyan derheqê peşmergeyên ROJ de jî gihiştine tifaqekê ku heger peşmergeyên Roj vê yekê qebûl bikin dê di bin sîwana YPG de cih bigirin. Dağli got:"Bi qasî ku ez dizanim rayedarên Herêma Kurdistanê jî gotine 'divê em vê mijarê bi peşmergeyên ROJ re bişêwirin eger ew biwxwazin dê bikaribin di bin sîwana YPGê de cih bigirin'

    'MEDYAYA HERDÛ ALIYAN DÊ LI HEMBERÎ HEV ZIMANÊ REŞKIRINÊ BIKAR NEYNIN'

    Dağli da zanîn dê herdû alî jî li gorî vê tifaqê di medyayên hev de li hemberî hev pozîtîf bin û zimanê reşkirinê bikar neynin.

    Bi heman mijarî:

    Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
    Geverî: Ne mimkûn e ku krîzek di navbera PDK û PKKê de rû bide
    Ji bo civîna YNK, PDK û Gorranê amadekarî têne kirin
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
    PDK: Ti pirsgirêka me bi ti aliyekî siyasî yê Rojavayê re tine
    Etîketan:
    Yekîtiyên Îslamî, PKK, Goran, YNK, PDK, Faysal Dagli, Mesûd Barzanî, şengal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de