03:22 24 Sibat 2018
Zindî
    Sînorê Sûriyê

    Serkeftinên li ser erdê: Encamên salê jibo Rojhilata Navîn

    © AFP 2018/ Bülent Kiliç
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Şerê li Sûriyê di sala 2016an de jî wek berê bûyera navendî li herêmê bû. Pêvajoya siyasî ya derbarê Sûriyê wê sala bê çalak bibe û Rûsya û Emerîka wê bikaribin rolek taybet têde bilîzin.

    Ji destpêka şerê navxweyî ve sala 2016an jibo Şamê bêtir serkeftî bû. Rêjîma Sûriyê êdî nema helwesta xwe winda dike, ango nabe ku ew bi zorê bê hilanin. Komên opozisyonê ku gelek caran zehmete ji yên radîkal bên cudakirin, di rewşek pir zehmet de ne. Ew dijî hev şer dikin, serokatiyê diguherin, kêm piştgiryê ji derve werdigrin û di şer de têk diçin. Aliyê sêyem yê vî şerî-komên têrorîst ku gelek caran li aliyê opozisyonê şer dikin û carnan dijî hev jî şer dikin, derbek mezin xwariye.

    arteşa azad
    © Foto: © AP Photo/ Hussein Malla
    'GELO REJÎMA SÛRIYÊ DI VÎ ŞERÎ DE BISER KET AN NA?'

    Gelo rêjîma Sûriyê di vî şerî de biserket an na? Lê, zû an dereng piştî ku şerê navxweyî bidawîbibe, gelên Sûriyê divê di yek welatî de bijîn. Gelo pirsgirêkên ku hiştin hemwelatiyên sivîl tûndûtûjiyê bikarbînin hatine çareserkirin? Gelo serkeftina Beşar Esad wek serkeftina gelê Sûriyê tê hesêb? Bi her hal sala 2016an berseva van pirsan jî neda. Lê ya herî tirsnak ew e ku tev gorî û bela mirovayî jî, tu kesî li bersevan ne geriya. Mentiq ji wilo hêsantir bû: Emê di şerê dijî têrorîzmê de biserkevin û paşê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê ev yek naveroka konfilîktê inkar nake. Dema mirov bi hemwelatiyekî Sûriyê yê ji aliyê dijber re diaxive wisa tê famkirin ku ew pir ji diberê xwe diqehere.

    'BI PIŞTGIRIYA ÎRAN Û RÛSYAYÊ BAJARÊ HELEBÊ HAT KONTROLKIRIN'

    Sala 2016an jibo DAÎŞê bela bû. Bombebarana hêzên Rûsya û Emerîkayê li Sûriyê û Îraqê ji binesaziya DAÎŞê re tuwanên radîkalan yên aborî û lojîstîk şikenandin. Hîn bêtir, Di nav gelek komên têrorîstî de şer destpêkir. Şam meha Berfanbarê bi piştgirtiya Îran û Rûsyayê bajarê Helebê kontrolkir. Bajarê kevnar hatiye hilweşandin û êdî çênabe ku ew wek paytexta aborî ya Sûriyê bê binavkirin.

    'ŞÊWIRMENDÊN RÛSÎ ROLA XWE DI SERKEFTINÊ DE LÎSTIN'

    Ev yek serkeftina stratîjîk ya Şamê, Moskow û Tehranê ye ku yekcar aliyê şerê navxweyî guhert. Şêwermendên rûsî rola xwe di vê serkeftinê de lîstin. Lê dawiya salê di encamê têkçûna qelewiziyê de bajarê Palmêra hat windakirin û vê yek eşkerkir ku DAÎŞ wek berê hêzek bêheneke û nabe hesab jê neyê kirin.

    'DESTHILATA SÛRIYÊ HEMÛ BAJARÊN MEZIN WELÊT KONTROL DIKE'

    Desthilata Sûriyê îro hemû bajarên mezin û piraniya rê û binesaziyên welêt kontroldike.

    Rewşa paytexta têrorîstan li Sûriyê- bajarê Reqayê di vê sale de ne hat guhertin. Ev tenha herêma Sûriyê ye ku hêzek mezin ya DAÎŞ-ê lê heye.

    'PÊVAJOYA SIYASÎ BÊ ENCAM E'

    Heger Şam di ware leşkerî de biserket jî, lê pêvajoya siyasî wek berê bê encame. Pêvajoya Cênêvê tev hewldanên dilsoz yên Sêrgêy Lavrov û Jhon Kerry jî, heta niha bê encam e. Pêşeroja pêvajoya siyasî-dîplomatîk ne zelal e.

    Di heman demê de, li Îraqê derbek mezin li DAÎŞê ketiye. Çekdaran sala 2016an bi dehan cih, pişekarî û fabrîqên petrolê windakirin. Bi windakirina xakê re dahatûyên têrorîstan yên ji bac û firotina petrolê kêmbûn. Meha Cotmehê opêrasyona Mûsilê hat destpêkirin. Mûsil keleha sereke ya têrorîstên DAÎŞê li Îraqê ye. Emerîka piştgirtiya leşkerê Îraqê û hêzên yedek dike, lê heta niha serkeftinên taybet ne hatine bidestxistin.

    'GELÊN SÛRIYÊ Û IRAQÊ XESIRÎN'

    Di rewşek wisa de tenha çareserî ew e ku helwestên Rûsya û Emerîkayê nêzîkî hev bibin û bixwazin ku bandorê li welatên herêmê bikin. Heger berê ev yek ne mimkun bû, lê bi hatina serpereştiya nuh ya Donald Trump li Emerîkayê dihêle ku karekî wisa mumkun be. Tenha şêwazê jibo rawestandina şer û berbatkirna têrorîstan —karê siyasî û dîplomasî yên hevbeş yên di nêvbera Moskow û Washingtonê de ye. Heger ne wilo be, çi serkeftinên leşkerî hebin jî wê rewşê çaresernekin. Mixabin gelên Sûriyê û Îraqê di sala 2016-an de xesirîn. Lê tev wilo jî vê sale hişt ku hêviya pêşerojek baştir bikin.

    Bi heman mijarî:

    Amîral Kuznetsov li peravên Sûriyeyê ket sala nû
    Rûsya: Em bi Sûriyeyê re têkiliyên di navbera parlamentoyan de pêş dixin
    Pêşnûmeya agirbestê ya li Sûriyeyê yê Rûsyayê li KENYê îro tê dengdayîn
    Çurkin: Me pêşnûmaya ji bo agirbesta li Sûriyeyê pêşkeşî KENY kir
    Çavuşoglu: Em êdî di navenda mijara Sûriyeyê de ne
    Li Sûriyeyê Agirbestê destpê kir: Ji Helebê weşana zindî
    Etîketan:
    DAIŞ, John Kerry, Sergey Lavrov, Donald Trump, Beşar Esad, Mûsilê, Tehran, Moskow, Şam, Rûsya, Amerîka, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de