02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Camî-mizgeft

    Li dijî Wezareta Diyanetê ya Tirk serlêdana sûcê hat dayîn

    © AFP 2018/ Bart Maat
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Enqereyê komekî, ji ber danezana wî ya bo meleyên mizgeftan, derheqê Serokatiya Diyanetê ya Tirk de serîlêdana sûcê da.Koma ku Wezîrê Diyanetê dan dadgeha Enqereyê, Wezareta Diyanetê bi dijberiya şahiyên sersalê tawambar kir.

    Hin dezgehên sivîl ku di bin baneya "Yekitiya Banga Laîkbûnê" li hev kom bûne, ji ber ku di xutbeyên înê de li dijî şahiyên serê sale bang hatine kirin derheqê Serokatiya Dîyanetê ya Tirk de serîlêdana sûcê da. Komê bal kişand ser qetlîama şeva sersalê li clûbek ya binavê Rainayê hat kirin û îdîa kir ku terorîstan feyza xwe ji kîna di naveroka daxuyaniyên Serokatiya Diyanetê Mehmet Gormezî girtine.

    Di daxuyaniyê de hat gotin: "Serokatiya Diyanetê bi danezana xwe ya ku ji mizgefta re şandiye xwestiye ku mele di xutbê de li dijî şahiyên sersalê bang bike. Kirinên serokatiyê li dijî dewleta hiqûqî, laîk û demokratîk e." Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin Serokatiya Diyanetê li dijî azadiya wicdana mirovan danezanê weşandiye."

    Etîketan:
    Wezareta Diyanetê, Mehmet Gormez, Stenbol, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de