19:17 23 Hezîran 2018
Îran

Zanayê Şîa yê Iraqî: Îran dixwaze zimanê Farisî li Iraqê belav bike

© AP Photo / Ronald Zak
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Yek ji zanayên Şîa yên Iraqê Eyad Cemaleddîn bi daxuyaniyekê Îran bi qedexekirina zimanê Erebî tawanbar kir û diyar kir ku Îran hewl dide li Iraqê zimanê Farisî belav bike.

Yek ji zanayên Şîa yên Iraqê Eyad Cemaleddîn li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û di peyama xwe de Îran tawanbar kir. Cemaleddîn daxuyand ku Îran li herêma el-Ehwazê, ku piraniya niştecihên xwe Ereb in, zimanê Erebî qedexe dike.

Eyad Cemaleddîn di peyama xwe de anî ziman ku Îran hewl dide ku li Iraqê zimanê Farisî belav bike û zimanê farisî jî biçûk dît. Cemaleddîn ev tişt gotin, "Pêwistiya Iraqiyan bi zimanê Îngilizî heye, ku ew zimanê zanistî yê vê serdemê ye. Iraqî wê ji hînbûna Fasrisî çi sûdê werbigirin? Çi berhemên zanistî yên farisî hene? Hemû berhemên zanstî yên bi farisî ji zimanên din hatine wergerandin."

Zanayê Şîa di berdewama peyama xwe de Îran bi belavkirina zimanê farisî tawanbar kir û got, "Îran hewl dide ku zimanê farisî li Iraqê belav bike lê nahêle Erebî li el Ehwazê belav bibe."

Hêjayê bibîrxistinê ye ku roja pêncşemê di ajansa fermî ya Îranê IRNAyê de hatibû ragihandin ku Şêwirmendê Karûbarên Çandê yê Îranê Xulamriza Ebazerî ji Wezîrê Xwendina Bilind û Zanistî yê Iraqê Ebdurrezaq Îsa daxwaz kiribû ku hînkirina farisî bila tenê bi Bexdayê neyê sînorkirin û li bajarên din ên Iraqê jî were belavkirin.

Bi heman mijarî:

Îranê cil û bergên kurdî qedexe kirin
Îranê projeya perwerde ya zimanê Kurdî pêk neanî
Li Îranê perwerdehiya zimanê kurdî were destpêkirin
Kurdên Îranê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin!
Li Îranê Kurdî qedexe ye!
Etîketan:
zimanê farisî, belavkirin, Şêwirmendê Karûbarên Çandê yê Îranê, Wezîrê Xwendina Bilind û Zanistî yê Iraqê, Xulamriza Ebazerî, Aburrezaq Îsa, Eyad Cemaleddîn, El Ehwaz, Bexda, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de