18:56 22 Çile 2018
Zindî
    YE - Tirkiye

    YE ji Tirkiye xwest ku li dijî terorê hevkar bin

    © Foto: Pixabay
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Ewropayê ji bo êrîşa terorî ya li Stenbolê daxuyaniyek weşand û êrîş bi tundî şermezar kir, YEyê peyama hevkarî û yekitiyê da.

    Nûnera Bilind ya Ewlehî û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherînî û Johannes Hahn Endamê Berpirsiyarê Mezinbûna Komîsyona YEyê, derbarê êrîşa li Stenbolê ya bi ser navenda şahiyê li Ortakoyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

    Di daxuyaniyê de ji bo malbatên miriyan sersaxî, ji bo birîndaran şîfa hat xwestin. Her wiha YEyê di daxuyaniya xwe de got:"Yekîtiya Ewropayê hevkariya xwe ji bo miletên li Tirkiye radigihîne. Em hemû êrîşên terorî şermezar dikin. Em ji bo bergirtina van bûyeran desthilatdarên Tirk vedixwînin hevkariyê."

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
    YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    Etîketan:
    yekitiya ewropayê êrîşa stenbolê şermezar kir, YE, Johannes Hahn, Federica Mogherini, Ortakoy, Stenbol, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de