19:03 22 Çile 2018
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo êrîşa li dijî Reinayê ku 39 kes jiyana xwe ji dest dan û 69 kes birîndar bûn, daxuyaniyek weşand bo raiya giştî.

    Erdogan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bûyera li Ortakoya Stenbolê rû da bi tundî şermezar kir û got:"Ji bo endamê ewlehiyê yê û kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan e ez rehma Xwedê hêvî dikim. Kesên biyanî ku di vir de jiyana xwe ji desd dan e jî, wan bibîr tînim. Ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî dixwazim. Ji bo birîndaran şîfa xêrê hêvî dikim."

    Erdogan wiha diyar kir kesên ku qesta hizûra miletî dikin û hevkarên wan xwestin ku Tirkiyeyê bê îstiqrar bikin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku miletê me bê moral bihêlin, ew dixwazin kaosê serdest bikin. Lê em wek milet xwînsar in û em ê vê xwînsariya xwe bi hevkariyê bilintir bikin."

    Erdogan diyar kir ew dê tu caran nehêle ku ev rewşa kaosê di nav civakê de serdes bibe. Her dê Tirkiye tekoşîna xwe ya bi terorê re berdewam bike. Tirkiye ji bo hizûra milet çi ji dest bê dê bike.

    Serokomarê Tirk bibîr xist, bûyerên terorê ku li sînorên Tirkiye pêk tên bi pêşketinên welatên biyan ve jî girêdayî ye.

     

    Etîketan:
    Li stenbolê qetlîam, Ortakoy, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de