00:30 27 Gulan 2018
Ortakoy - Besiktas - Stenbol êrîsa cekdarî

Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî: 35 kes mirin

© Foto : Twitter
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Li semta Ortakoyê ya navçeya Beşiktaş a Stenbolê, li hemberî clubeke şahîniyê ya taybet êrîşa çekdarî pêk hat. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin diyar kir ku li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

Li navçeya Beşiktaşa Stenbolê li hemberî clubeke navdar êrîşeke çekdar pêk hat. Li gorî nûçeya CNN Turkê êrîşkar bi çeka lûle dirêj êrîş biriye ser clubê. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Hurriyetê hatiye îdiakirin ku kesên bi cilên Noel Baba û bi çekên lûledirêj êrîş birine ser clubê.

‘ISTIXBARATA AMERÎKAYÊ AGAHIYA VÊ DABÛ‘

Xwediyê cluba bi navê Reinayê Mehmet Koçarslan ji nûçegîhanê Hurriyetê Toygun Atilla re axivî û wiha got: "Bêşerefên ku ketin hundir, bi keleşan gule reşandine. Istixbarata Amerîkayê agahiya vî tiştî dabû me. Di nava hefteyekê, deh rojan de ewlekariya deryayî dinav de hemû tedbîr hatin standin. Piştra çi bû? Ev êrîş li ber çavan çêbû."agahî tên…

Li gorî nûçeya malpera bi navê T24ê, şahidên bûyerê îdiakirine ku du kesên cilên Noel Baba li wan bûn êrîş kirine û beriya êrîşê dengê teqînê bihîstine.'

ÎDDIAYA KU ÊRÎŞKAR BI EREBÎ DIAXIVÎN'

Hat diyarkirin ku di dema bûyerê de li clubê di navbera 700 û 800 kesî de însan hebûn û hate îdiakirin ku êrîşkar bi erebî dixavîn.

Li gorî nûçeya televizyona tirk a NTVyê êrîşkar an jî êrîşkaran piştî gule bera polîsên li ber derî dan, ket hundir û gule reşand.

Piştî êrîşa çekdarî gelek ambulans û ekîbên polîsan çûn ciyê bûyerê û nexweş rakirine nexweşxaneyan.

11 BIRÎNDAR RAKIRIN NEXWEŞXANEYA ŞİŞLİ ETFAL A STENBOLÊ

Televizyona CNN Turkê ragihand ku 11 birîndar rakirine nexweşxaneya Şişli Etfalê û di nava wan de hin kesên birînên wan giran hene.

Waliyê Stenbolê Vasih Şahin ji bo lêkolînan bike çûye ciyê ku êrîş pêk hatiye. Waliyê Stenbolê piştî ku çû ciyê bûyerê, daxuyanî da çapemeniyê. Şahin diyar kir ku êrîşeke terorê pêk hatiye û di encamê de li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên Waliyê Stenbolê parve kir, di encama êrîşê de herî kêm 40 kes jî birîndar bûne.

Li gorî îdiaya şahêdin bûyerî, di dema êrîşê di hin kesên li clubê ji bo xwe ji guleyan biparêzin, xwe avêtine deryayê.

'BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ HAT STANDIN'

Ajansa fermî a dewleta tirk Ajansa Anadoluyê ragihand ku Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyê (RTUK)ê aşkere kiriye ku Serokwezareta Tirkiyê biryara qedexeya weşanê derbarê êrîşa li Stenbolê daye.

Etîketan:
pîrozbahiya serê salê, êrîşa çekdarî, Reina, Mehmet Koçarslan, Vasip Şahin, Ortakoy, Beşiktaş, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de