21:41 25 Îlon 2017
Zindî
    Ozgur Gundem

    Danişîna doza Ozgur Gundemê dest pê kir

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 1211

    Endama Lijneya Şewiriyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Nivîskar Asli Erdogan, Zimanzan Necmîye Alpay, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Rojnamevan Înan Kizilkaya ku di çarçoveya doza rojnameya Ozgur Gundemê de tên darizandin danişîna wan ya yekem li Stenbolê dest pê kir.

    Rojnameya binavê Ozgur Gundem ku bi Qerarnameyên di Hukmê Qanûnan de hate girtin îro danişîna wê tê kirin. 4 kes jê girtî 9 kes bi tawanên; ' Endamtiya rêxistina neyaseyî kirine', 'Propagandaya rêxistinê kirine' û li 'dijî yekîtiya dewletê tevgeriyan e' tên darizandin.

    Rojnamevan, akademîsyen û parlementerên ku beşdarî vê danişînê bûn li ber deriyê dadgehê daxuyaniyek dan dezgehên ragihandinê.

    Parlementerê CHPyî Bariş Yarkadaş li vir got: Nivîskar û rojnamevanên ku ji ber vê dozê tên darizandin li gorî yaseyan sûcek nekirine. Ew tenê ji ber fikrên xwe têne darizandin û ev 132 roj in ji azadiya xwe bêpar in."

    Serokê Giştîyê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Gokhan Durmuş jî diyar kir ew dest ji vê dozê bernadin ji ber ku tiştê ku li vir tê darizandin heqê agahîstendina milet e
    Ji Almanya, Swîsre û Fransa yê jî gelek akademîsyen, rojnamevan û dezgehên mafên mirovan, her wiha parlementerên Tirk ji bo ku vê danişînê bişopînin hatin ber deriyê dadgeha Stenbolê.

    Bi heman mijarî:

    Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
    Etîketan:
    danişina ozgur gundemê, Ozgur Gundem, necmiye alpay, inan kizilkaya, zana kaya, Asli Erdogan, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de