08:30 26 Îlon 2017
Zindî
    Hüda Kaya

    Hûda Kaya: Melayê mizgeftê fetwa da ku milet li dijî HDPê xwebiçek bike

    © Foto: Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Parlementera HDPyî Hûda Kaya di hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ya Meclîsa Tirk de got: Meleyê Mizgefta Ûmraniyeyê fetwa da ku milet li dijî HDPyiyan xwe biçek bike.

    Parlementera HDPyî Hûda Kaya di hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ya Meclîsa Tirk de peyvên meleyê Ûmraniyeya navçeya Stenbolê ye, Hakki Ekşî bibîr anî û got:"Hefteya borî meleyê mizgefta Ûmraniyeyê dema xutbê dixwend, miletê vexwend çekdarbûyînê û xwest HDPyî bêne kuştin."

    Hûda Kaya got: "Mele gotiye 'min ji xwe re çekek otomatîk stendiye, hun jî ji xwe re yekî bistînin û ji derdora xwe ya malbatê re jî bistînin. Helbet li derdora we hin HDPyî hene. Ew kafir in kuştina wan jî wacib e.' " Di dema axaftina Hûda Kaya de; Ceyhun İrgil parlementerê CHP yê Bûrsayê jî bi peyvên; "hun bawer nakin lê ev qewimîn rast in li Anatolî pêk tên" pişgirî da Hûda Kayayê.

    Parlementerên AKPyî li dijî vê beyanê sekinîn. Mûstafa Elîtaş Wekîlê Serokê Grubê bersiv da Hûda Kayayê û got: Ev ne agahiyek rast e, peyvên mele nehatiye piştraskirin. Heta ne mimkûn e ku em qebûl bikin tu meleyek yê mizgeftekî ji milet re bêje 'xwebiçek bikin'. Heger gotibe jî peyvên wî ne ji bo HDPne, niha wî gotiye 'li dijî terora naletî yê PKK xwe biçek bikin'."

    Elîtaş got: Di serdema AKPê de li bajarên ku kurd lê dijîn gelek mele ketine qedroyê û ji bo wecibeyên xwe yên olî bicih bînin xelk hatine agahdarkirin. Ne mimkûn e ku meleyek ji xelkê re bêje "xwebiçek bikin. Miheqeq wî gotiye li dijî rêxistina naletî yê PKKê xwebiçek bikin."

    Van axaftin û îdîayên parlementeran rast e rast di raporên meclîsê de jî cih girtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP: Divê ji berpirsên vê kuştinkariya siyasî hesab bê pirsîn
    Avahiya HDP ya navçeya Giravan rastî êrîşekê hat
    Etîketan:
    Meclîsa Tirk, Destûra Bingehîn, HDP, Hakki Ekşî, Mustafa Elîtaş, Hûda Kaya, Ûmraniye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de