03:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Nûçe

    Ferhat Encû ji bo salvegera qetlîama Roboskiyê peyamek şand

    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 810

    Ferhat Encu ku piştî qetlîama li Robozikê ango Roboskiyê ji HDPê bibû parlementerê Şernexê, lê di operasyonên li dijî HDPê de hatibû girtin û niha di girtîgeha Kandira de ye, wî peyamek ji bo salvegera qetlîama Robozikê weşand.

    Encû di peyama xwe de bal kişand ser qetlîma ku ev 5 sal in nehatiye ronîkirin û got:"Kujerên vê qetlîama ku bi plankirî hatiye çêkirin, ji aliyê dewletê ve hatin parastin. Mixabin heya îro derheqê yek kesekî berpirsiyar de jî lêpirsîn nehatiye vekirin. Lê ji bo ku me demokrasî xwest em hatin hepskirin û sizakirin."

    Encû di peyama xwe de got: "Kesên ku ev qetlîam kirin, hê desthilatdar in, lê kes ên ku hatin sizakirin mixabin gelê Robozikê û dayikên wan zarokên hatin bombebarankirin bûn."

     

    Bi heman mijarî:

    Roboskî hê jî li benda edaletê ye
    Roboskî tê topbarankirin
    Navê Gundê Robozikê ne ‘'Roboskî'' ye
    Etîketan:
    peyama Ferhat encu, girtigeha Kandira, HDP, Ferhat Encü, Kandira
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de