05:27 21 Mijdar 2017
Zindî
    dayikên şemiyê

    Dayika Şemiyê Fatma Morsûmbûl bêyî ku bigihîje hêviyên xwe jiyana xwe ji dest da

    © Foto: facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    121170

    Fatma Morsûmbûl ku yek ji dayikên wendayiyên li ber Deriyê Lîseya Galatasarayê bû jiyana xwe ji dest da.

    3 dayikên kurd ku di raya giştî ya cîhanê de her yek ji wan wek sembolek yê doza wendayiyên ji ber dozên siyasî tên naskirin, qedera wan hersêyan jî wek hev bû. Ji ber ku hersê dayik jî bêyî ku derheqê zarokên xwe de xwedî agahiyek zelal bin wan jiyana xwe ji dest da.

    Yek ji dayikên Şemiyê Fatma Morsûmbûl roja borî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fatma Morsûmbûlê li Çewlikê bi merasîmekê li ba lawikê xwe hat veşartin. Berfo Kirbayir, Asiye Karakoç û Fatma Morsûmbûl. Hersê jî qedera wan wek hev e.

    Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç
    © Sputnik/ Emîne Çelebî
    Dayikên Şemiyê Asiye Karakoç

    Zarokên hersê dayikan jî ji ber dozên siyasî ji alî hêzên fermî yên Dewleta Tirkiye ve hatin binçavkirin lê derheqê wan de tu agahiyek fermî nehatiye dayîn. Wan hersêyan jî bêyî ku agahiyek ji aqûbeta zarokên xwe bidest bixin koça dawî kir.

    DAYIKÊN ŞEMIYE SEMBOLA BERXWEDANEKE DEMDİRÊJ IN

    Dayikên Şemiyê wek sembolên berxwedaneke demdirêj yê li Stenbolê li ber Lîseya Galatasarayê di raya giştî ya cîhanê de tên nasîn. Ew tam 613 hefteyan li ber Deriyê Lîseya Galatasarayê rûnişin û li aqûbeta zarokên xwe pirs kirin. Zarokên wan ku di navbera salên 1980-1996an de ji aliyê hêzên asayîşê yan jî binavek dî ya di raiya giştî ya Tirkiye de bicih bûye ji aliyê ‘dewleta Kûr ya Tirk' ve hatibûn wendakirin.

    QEDERA HERSÊ DAYIKAN YEK E

    Berê Berfo Kırbayıra (Dayika Berfo) ya diya Cemîl Kirbayir ku heta temenê xwe 105 salan li ber deriyê Lîseya Galatasarayê li aqûbeta kurê xwe pirsî.

    Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir
    © Foto: facebook
    Dayikên Şemiyê Berfo Kirbayir

     

    Ew di dinyayê de wek sembola dayikên şemiyê dihate naskirin. Di serdemên aştiyê yên hikûmeta Tirkiye de ji desthilatdarên Tirk daxwaziya xwe ya dawî kiribû. Heta li ber bi sedan qamerayan soz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî wergirtibû ku dê aqûbeta lawikê wê jê re bihata ragihandin. Lê wê bêyî ku derheqê lawikê xwe de agahiyek bidest bixe di destpêka sala 2013an de koça dawî kir. Dawiyê Asiye Karakoç dayika Ridwan Karakoçê ku di sala 1995an de li mala xwe hate binçavkirin û dawiyê tu kesek derheqê wî de agahiyek nestend, wê jî bi heman awayî demeke berê jiyana xwe ji dest da. Niha jî Fatma Morsûmbûl ku wê tam 36 salan xwest dewleta Tirkiye derheqê lawikê de agahiyek zelal bidiyê. Fatma Morsûmbûl diya Hisên Morsûmbûl bû. Morsûmbûl di sala 1980ê de di temenê xwe yê 18 salî de ji aliyê cendermeyê Çewligê ve hatibû binçavkirin û careke dî tu kesek tu agahiyek derheqê wî de bidest nexistibû.

    ‘CENDERME BIXWE GOT ME HISÊN KUŞTIYE'

    Nivîskar Ahmet Onalê ku wê demê hevaltî bi Hisên Morsûmbûlî dikir serpêhatiyên xwe yên pê re ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand û wiha got: "Carekê di Qişleya Jendirmeyê Bingole de leşkerekî ku çeven min herdû jî girtî bû, di guhê min de got; ‘Tu Husen Morsumbulê dinasi?' Min got: ‘Na'…. Wî got: ‘Ne meseleye ku tu nasdiki an nasnaki, lê wî li vir kuştin û termê wî kirin nava batanyekê, kevirek lê girêdan û birin avitin çemê Mûradê.' Ez 150 rojan di bin çavan de mabûm…"

    ‘KUJERÊ HISÊN DURMUŞ DURSIN KIVRAKÊ RÊVEBERÊ JÎTEMÊ BÛ DEWLETÊ EW PARAST'

    Serpêhatiyên Ahmet Onalî ku hêj li Stenbolê nivîskariyê dike gelek îdîayên cidî û aşkere ne. Onal got: "Li gorî agahiyên ku Mehmet Altan di qûncika xwe ya rojnameyekê aşkeri kiribû ku Durmûş Dursûn Kivrak Hisên kuştiye û ew di heman demê de kujere Cem Ersever û Ugur Mumcu ye jî." Lê tu dozgerek van îdîayên wî wek delîl bikar neanî û dewletê aqûbeta Hîsên Morsumbulî ji malbata wî re ranegihand. Nivîskarê kurd Onal diyar kir ku ew piştî ji binçavan derketiye van agahiyan daye malbata Morsûmbûlî û got: "Her çend min ji malbata Morsûmbilî re mijarê got jî lê wê demê malbat bi gotinen min qane nebûbû." Li gorî gotina Onal, malbatê piştî salên 1990î bawer kirine ku êdî rast in ev agahî û dest bi lêkolîna kuştina kurê xwe kirine. Di wan salan de prosesa tekoşînek bêhempa ji bo malbatê jî dest pê kiriye."

    Ahmet Onal nivîskar
    © Foto: facebook
    Ahmet Onal nivîskar

    Dayika Hûseyîn Morsûmbûl tam 36 salan li benda agahiyek derheqê kurê xwe de ma.

    Îro heval û dostên dayika Morsûmbûl wê bi seremoniyek diltezîn ya cenazeyê birê kir. Dê rûniştina malbatên wendayiyan ya li ber deriyê Galatasarayê berdewam bike. Lê nediyar e bê dewleta Tirkiye derbarê 940 wendayiyên ji ber sedemên siyasî di navbera salên 1980 û 1996an de wenda bûne rojekê agahiyek bide malbatan an ne.

    Bi heman mijarî:

    Dayikên Şemiyê: "Hûn nikarin dengê me bibirin"
    Dayikên Şemiyê: "Em derbeyên leşkerî naxwazin, daxwaza me azadî ye"
    Dayikên Şemiyê ji bo Hurşit Kulter kom bûn
    Etîketan:
    dayikek şemiyê jiyana xwe ji dest da, Dayikên şemiyê, Dursun Durmuş, Ahmet Onal, Fatma Morsûmbûl, Berfo Kirbayir, Asiye Karakoç, Galatasaray, Çewlig
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de