04:58 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Hikûmeta tirk: Ji bo derxistina PYDê ji Minbincê hevdîtin berdewam dikin

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta AKPê Numan Kurtulmuş li ser pirsa videoya derbarê şewitandina leşkerên artêşa tirk ji hêla DAIŞê ve got: “Agahiya ku ji hêla Wezareta Berevaniya Milî û Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye piştrastkirin nîne.” Di vê navberê de Kurtulmuş diyar kir ku ji bo derxistina PYDê ji Minbicê hevdîtin berdewam dikin.

    Piştî civîna Desteya Weziran a hikûmeta AKPê berdevkê hikûmetê Nûman Kurtulmuş derket pêşberî çapemeniyê. Ji Kurtulmuş derbarê videoya ku DAIŞê leşkerên artêşa tirk şewitandiye de pirs hate kirin.

    Bi gotina Kurtulmuş a ku digot "Ti agahiyek ku hîna ji hêla Hêzên Çekdar ve hatiye piştrastkirin nîne. Heke ku agahiyek bê erêkirin were em ê parve bikin. Rêxistinên wiha rêxistinên terorê yên herî ketûberî ne. Dixwazin tirsê di nava gel de belav bikin" re cara pêşiye ku hikûmetê derbarê bûyerê de nirxandin kir.

    Kurtulmuş spasiya xwe ji bo wî rojnamegerî pêşkêş kir ku ev pirs kiriye.

    'BILA HIN HEVALÊN DI MEDYAYÊ DE LINGÊN XWE ZÊDE DIRÊJ NEKIN'

    Kurtulmuş got: "Bila hin hevalên di medyayê de hay ji xwe hebin. Medyaya civakî ne medyayeke wisa ye ku bêbersiyarî weşanê li wir bikin. Xerakirina morale gelê tirk ne welatperwerî ye. Di medyaya netewî de piştgiriyeke cidî heye."

    Di vê navberê de Kurtulmuş diyar kir ku ji bo derxistina PYDê ji Minbicê hevdîtin berdewam dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê piştî belavbûna vîdyoya DAIŞê medya civakî giran bû
    Li Stenbolê operasyon li dijî DAIŞê
    ‘Sererkaniya Tirkiye, li ser dîmena DAIŞê lêkolînan dike'
    DAIŞê 2 leşkerên tirk şewitand, 2 jî bi guleyan kuşt
    Jinên mûsilî li dijî DAIŞê ‘Tîma Jinan' ava kirin
    Etîketan:
    Leşkerên Tirkiyê, vîdeo, Hikûmeta AKPê, Hêzên Çekdar a Tirkiyeyê, PYD, DAIŞ, Numan Kurtulmuş, Minbic, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de