21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Derya Okatan (etha)

    Li Stenbolê 6 Rojnamevan 2 roj in di bin çavan de ne

    © Foto: facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Berpirsiyara Ajansa Nûçeyan ya ETHAyê Derya Okatan jî di nav de 6 rojnamevan, di çarçoveya lêpirîsîna Red-Heckê de bi tawana; emailên Berat Albayrak Wezîrê Kanên Xwezayî û Enerjiyê xwendin e hê di bin çavan de ne.

    6 Rojnamevanên bi tawana e mailên Berat Albayrak deşîfre kirine ev 2 roj in li Navenda Sûcên Organîze ya Emniyeta Vatanê tên girtin.

    Midûra Berpirsiyara ji Nivîsan yê Ajansa nûçeyan ETHAyê û Koordînatora Giştî ya Ozgûr Radyoya ku bi qerara Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatiye girtin Derya Okatan 2 roj berê li Enqereyê li mala malbata xwe, di dema mêvandariyê de hatibû binçavkirin.

    Di operasyonên heman çarçoveyê de 2 peyamnerên DİHAyê Omer Çelîk û Metîn Yoksu, Edîtorê berê yê Dîken Tunca Ogreten, xebatkarê Bîrgunê Mahir Kanat û Midûrê Karên Nivîsariyê yê Rojnameya binavê ‘Yolculuk' Eray Saygin li Stenbolê hatibûn binçavkirin.

    Li gorî yaseyên Tirkiyeyê polîs nikare ji 48 saetan zêdetir kesî di bin çavan de bihêl e. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin polîs ji bo hevdîtina bi abûqatan re hêj destûr nedaye. Li gorî yaseyan divê polîs di nava 24 saeten de lêpirsînên xwe bidawî bike. An nebû 24 saetên dî ji dozgir daxwaz bike. Lê ji ber rewşa awarte ev qanûn nayên bicihanîn. Malbat û hevalên rojnamevanan li benda agahiyek derheqê binçavkiriyan e.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di operasyonên Amed û Stenbolê de rojnamevan hatin binçavkirin
    'Ji ber rewşa awarte rojnamevan nema dikarin bixebitin'
    Rojnamevan Sanri: Deshilatiya Komarîyan ji bo Kurdan derfet e
    Etîketan:
    DİKEN, ETHA, Emniyeta Stenbolê, DİHA, Mahir Kanat, Tunca Ogreten, Metîn Yoksû, Omer Çelîk, Derya Okatan, Berat Albayrak, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de