16:56 22 Çile 2018
Zindî
    Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

    HPG: Rapora HRWê dûrî rastiyan e

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) daxuyaniyek belav kir ku HRW, PKKê bi çekkirina kesên temenbiçûk tohmetbar dikir. Di daxuyaniya HPGê de tê gotin ku ‘agahiyên dibêjin ji Başûr û Şengalê tevgera me zarokan tevlî nav refên xwe dike, bi temamê ne rast in."

    HPGê têkildarî rapora HRWê daxuyaniyeke nivîskî da. HPGê di daxuyaniya xwe de got: "22ê Berfanbarê, di hin organên çapemeniyê de nûçeyeke ku xwe dispêre rapora Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW), ku dihate gotin, HPG mirovên ku bi emrê xwe hê zarok in weke şervan di nav xwe de vedihewîne, bi taybetî jî zarokên êzidî yên li Şengalê ji bo perwerdehiyê dibe Qendîlê û li vir wan ji balafirên tirk re dike hedef. Beriya her tiştî em dixwazin diyar bikin, ji ber ku rêxistina mafên mirovan a weke HRWê ji senoryayeke wiha re —ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn e, bûye lîstik, em xemgîn bûne."

    'LI NAV REFÊN ME TI KESEKÎ KU TEMENÊ WAN DI BIN 16AN DE NÎN IN'

    HPGê diyar dike ku ji ber tevgera wan a li Şengalê û cîgirtina hêzên wan a di şerê dijî DAIŞê bûye sedema nûçeyên li dijî wan û wiha berdewam kir: "Gelek hêz û derdor, ji vê serkeftina mezin a HPGê, ku starta têkçûna DAIŞê daye aciz bûne. Bi mebesta ku îmaja erênî ya HPGê û tevgera me ya ku li Kurdistanê û raya giştî ya dinyayê ava bûye, reş û tarî bikin, ji hêla me ve tespîta wê hatiye kirin ku nûçeyên ku ti têkiliya xwe bi rastiyan re nîn in, li hev anîne, honane, ku raya giştî jî çavdêriya vê dike. Di heman demê de, ev derdor, bi mebesta ku HPG ji qada Şengalê û Başûrê Kurdistanê were derxistin, zextan dikin û bi senaryoyên ku li hev tînin, li dijî tevgera me û hêza wê ya parastinê HPGê xebatên tarîkirinê bi rê ve dibin. Rawêja li hev anînê ya ku dibêje di nav refên HPGê de ciwanên di temenên zarokan de hene jî, parçeyek ji vê senaryoyê ne."

    'ME BANGA CENÊVÊ ÎMZE KIRIYE'

    Di berdewama daxuyaniyê de tê diyarkirin uk wan 2013an de taehhuta Têkildarî Parastina Zarokan a ji Şerê Çekdarî û Bandora Wê ya bi Banga Cenêvê îmze kiriye û wiha hate destnîşankirin: "Car caran, bêyî vîna me, heka ciwanên di temenên zarokan de tevlî nav refên me bûbin, tevgera me li ser vê rawestiyaye û ji bo pêdiviyên li gorî peymana ku îmze kiriye, bûye xwedî kêferatekê. Li nav refên me ti şervanên ku temenê wan di bin 16an de ne, nîn in. Ciwanên ku ji zext û zordariya dewleta tirk reviyane û ji neçarî tevlî nav refên me bûne ku temenê wan di navbera 16-17an de jî, ji hêla tevgera me ve ew nakevin nav şer, li qadên li derveyî şer, têne perwerdekirin."

    Etîketan:
    leşkerên zarok, rapor, Taehhuta Têkildarî Parastina Zarokan a ji Şerê Çekdarî û Bandora Wê ya bi Banga Cenêvê, Daiş, HPG, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan(HRW), Herêma Kurdistanê, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de