19:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Dozgeriyê îdiaya ku ‘DAIŞê 2 leşker şewitandine' ji MITê û Artêşa tirk pirsî

    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li ser dîmenên derbarê kuştina 2 leşkerên artêşa tirk ji hêla DAIŞê de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê ji Serfermandariya tirk, MITê û istixbarata emniyetê zanyarî xwest ku mijar rast e an na. Bi hinceta ku sûcdar welatiyên Tirkiyê bin, fermana tespîta nasnameya wan kir.

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê dîmenên kuştina leşkerên artêşa tirk ji hêla DAIŞê ve lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê Dozgerê Enqereyê yê ji sûcên li derveyî Tirkiyê li hemberî welatiyên Tirkiyê tên kirin berpirsiyar e, nivîsek ji Serfermandariya Artêşa tirk, Şêwirmendiya Rêxistina Istixbarata Tirkiyê (MIT), Serokatiya Beşa Istixbarata Emniyeta Tirkiyê re nivîsand. Dozgeriyê derbarê rastiya bûyerê de agahî xwest.

    DOZGERIYÊ BALKIŞAND SER AXAVTINA BI TIRKÎ

    Di nivîsê de hate xwestin ku rastiya dîmenan bê tespîtkirin û gelo kesên ku hatine kuştin leşkerên tirk in an na? Ji ber ku DAIŞiyên di dîmenan de tên dîtin bi tirkî diaxivin, dozgeriyê ferman daye ku nasnameya wan bê diyarkirin. Dozgerî li bende bersiva nivîsê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: 3 leşkerên me di destê DAIŞê de ne
    ‘Sererkaniya Tirkiye, li ser dîmena DAIŞê lêkolînan dike'
    Li Tirkiyê piştî belavbûna vîdyoya DAIŞê medya civakî giran bû
    Li Stenbolê operasyon li dijî DAIŞê
    DAIŞê li Babê 2 tangên artêşa Tirkiyê bidest xistin
    DAIŞê êrişî leşkerên tirk kir: 4 kuştî û 15 birîndar
    Etîketan:
    leşkerên tirk, Serfermandariya Arteşa Tirkiyeyê, Serokatiya Beşa Istixbarata Emniyeta Tirkiyê, DAIŞ, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, MIT, Cumhuriyet, Sûriye, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de