08:40 23 Çile 2018
Zindî
    Andrey Karlov

    Dozgerî di telefona kujerê Karlov de li ‘tîp'a ku di şîfreyê de hatiye bikar anîn digere

    © REUTERS/ Depo Photos/Sözcü
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di lêkolîna li ser telefona kujerê Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov, polîs Mevlut Mert Altintaş de, derket holê ku yek ji şîfreya telefonê 'tîp' e. Dozgeriyê diyar kiriye ku ji ber vê rewşê deşîfre kirina şîfreya telefona Altintaş zehmet e û divê bernameyeke taybet hebe.

    Di lêpirsîna kuştina Balyozê rûs Andrey Karlov de dozgerî û emniyet dixwazin fam bikin ku têkiliyên polîs Mevlut Mert Altintaş bi kê re heye, fermana kuştinê ji kê standiye û çawa dizanîbû ku Karlow wê bêyî pasevan biçe pêşangehê. Di vê navberê de xebatên defşîfrekirina şîfreya telefona Altintaş berdewam dikin.

    Rayedaran diyar kirin ku ji ber şîfreya telefona Altintaş ji 4 reqem, tîp an jî sembolan pêk tê şikandina şîfreyê zehmet bûye. Rayedarên dozgeriyê diyarkirin ku ji bo deşîfrekirina şîfreyê wê bi şîrketa bernameyê re têkevin têkiliyê da ku alîkariyê bikin.

    HEYETA RÛS DIXEBITE

    Hate zanîn ku heyeta ji Rûsyayê ji bo lêpirsînê hatiye bi awayekî bibandor kar dike ku ji 5 kesan pêk tê. Di nava heyeta ji Rûsyayê hatiye de dozgerek, fermandarekî emniyetê, 2 polîs, psikologek û wergêrek heye. Rayedaran ragihandin ku wê îfadeya karmendên li Balyozxaneya Rûsyayê ji hêla heyeta rûs ve werin girtin û paşê bi rayedarên tirk re werin parvekirin. Hate zanîn ku fermandarê polîs ê di nava heyetê de cî digire, di lêpirsîna teqîna metroya Moskowê de jî cî girtiye.

    EVÎNDARA WÎ JÎ HATE DESTESERKIRIN

    Li gorî nûçeya Hurriyetê, ji tomarkirana trafîka telefona (HTS) êrîşkar, derketiye holê ku jinek di nava lîsteya Altintaş herî zêde bi wan re axiviye heye. Hate tespîtkirin ku ev kes li bajarê Tirkiyê Kirikkaleyê rûdinê û evîndara Altintaş e. Altintaş di demên dawî de gelek caran bi evîndara xwe re axiviye û evîndara wî hatiye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Bayik: Dibe ku Ocaxên Osmanî Karlov kuştibe
    Bass: Em tawanbarkirinên derbarê kuştina Karlov de red dikin û êrîşê şermezar dikin
    Malbata qatilê Karlov: "Em ji şehîdbûna wî ditirsiyan, xayîn derket"
    Merasîma Xatirxwestina Balyozê Rûsî Andrey Karlov
    ‘Bi rasti jî Karlov di dema şer de jiyana xwe ji dest da'
    "Êrişa li hemberî Karlov wekî êrişî Rûsyayê hatibe kirin"
    Etîketan:
    şîfre, telefon, Balyozxaneya Rûsyayê li Enqereyê, rojnameya Hurriyetê, Andrey Karlov, Mevlut Mert Altintaş, Enqere, Kirikkale, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de