08:54 24 Çile 2018
Zindî
    Barak Obama

    ‘Xizmên Obama di dibistanên FETOyê de xwendin'

    © Sputnik/
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di rapora pêşî ya Komisyona Lêpirsîna Hewldana Derbeyê ya Parlamentoya Tirkiyê de hatiye gotin ku, bi fermana Fethullah Gulen, xizmên Serokdewletê DYAyê Barack Obama, li Kenyayê di dibistanên cemaetê de ‘bêpeber' xwendine.

    Rapora pêşî ya Komisyonê ji 936 rûpelan pêk tê û ji hêla pisporên komisyonê ve hatin amadekirin. Endamên komisyonê hîn rapor newxenine û rapor jî zelal nebûye lê cî dide xebatên wi derveyî Tirkiyê yên FETOyê.

    ‘DI DEMA OBAMA DE BÊHTIR BIPÊŞ KETIN'

    Rapor diyar dike ku rêxistin li 160 welatan ‘toreke gelek mezin' awa kiriye û hatiye gotin ku di dema Obama de bêhtir bipêş ketine. Di raporê de derbarê vê mijarê de wiha tê gotin: "Bi taybetî jî ji her demê bêhtir giringiyeke mezin daye têkiliyên bi DYAyê re. Hejmara dibistanên rêxistinê yên li DYAyê di vê demê de zêdetir bûn. Ji bo têkiliyên bi rayedarên payebilind re gelek mesref hatine kirin û pare ji bo hilbijartinê hatine mesref kirin.*

    ‘GULEN FERMAN DAYE'

    Di raporê de tê îdiakirin ku bi fermana Gulen, xizmên Obama di dibistanên cemaetê yên Kenyayê de hatine perwerde kirin û wiha hatiye gotin: "Ahmet Kara ku di 2007an de melayê Stenbol ê FETOyê bû, piştî wê weke berpirsê Kenyayê hatiye tayînkirin. Ev kes ji bo rêûresma sondxwarina Barack Obama hatiye vexwendin. Piştî ku Obama bûye namzetê serokdewletiyê, Ahmet Kara bi fermana Fethullah Gulen, bi malbata Obama ya Kenyayê re eleqedar bûye, zarokên xizmên wî di dibistanên vê komê de belaş xwendine û têkiliyên baş bi endamên malbatê re danîne."

    Bi heman mijarî:

    Bersûcê doza FETO di girtîgehê de xwe kuşt
    Dibistanên FETO yên li Iraqê wê bi Wezareta Perwerdehiyê ve werin girêdan
    Banga çekdarbûna AKP’yîyan kir, ji FETO’yê hat girtin
    Endamên FETO yên ku venegerin Tirkiyeyê wê ji welatîbûnê werin derxistin
    Keça Serokê Şaredarê AKPeyî ji FETO hat girtin
    Etîketan:
    dibistanên fetoyê, rapor, Komisyona Lêpirsîna Hewldana Derbeyê ya Parlamentoya Tirkiyê, FETO, Ahmet Kara, Fethullah Gulen, Barack Obama, Stenbol, Kenya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de